Qeyûm hiqûqa dijminatiyê ye
Duşem 3 Sibat 2025 - 02:25
Hevserokê DBPê yê Sêrtê Mustafa Dayan û hevserokê DEM Partî yê Sêrtê Eşref Tekîn dan zanîn qeyûm zilm û darbe ye û wiha gotin:" Dixwazin em çongê daynin. Lê me tu carî li dijî wan çong danenîye. Têkoşîna me ya li dijî vê yekê dewam dike û em ê bersiveke xurt bidin.”
Şêredariya Sêrtê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên herêmî de bi rêjeya ji sedî 49 dengan bi dest xistibû, di 29'ê çileyê de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî yê Tirk ve qeyûm hat tayînkirin. Piştî tayinkirina qeyûm Hevşeredar Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî ji peywîrê hatin dûrxistin û li şûna wan Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya peywîrdar kirin. Bertek û çalakiyên li dijî tayinkirina qeyûm di roja 6'an de jî dewam dike.
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Sêrtê Mustafa Dayan û Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Sêrtê Eşref Tekîn, tekildarî çalakiyên li dijî tayinkirina qeyûm a li ser şeredariyê bi lêv kirin ku çalakiyên wan wê bidomin û bang li gelê Sêrtê kirin ku xwedî li vîna xwe derbikevin.
Qeyûm hiqûqa dijminatiyê ye
Mustafa Dayan anî ziman ku tayinkirina qeyûm a li ser şeredariyê yek ji encama hiqûqa dijminatiyê ya li dijî gelê kurd e û wiha axivî: “Armanca wan jiholêrakirina destkeftiyên me ne. Gelê Kurd îro di Rojhilata Navîn de destkeftiyên xwe zêde dikin. Ji ber wê jî tirsa dewletê zêde dibe û ji bo van destkeftiyan ji holê rakin jî êriş dikin. Ew bi hişmendiya xwe ya rizyayî dixwazin vîna gelê kurd desteser bikin. Me çawa ku duh qebûl nekir, em îro jî qebûl nakin û tucarî qebûl nakin. Dixwazin em çongê daynin. Lê me tu carî li dijî wan çong danenîye. Em ê tu carî jî daneynin. Têkoşîna me ya li dijî vê yekê dewam dike û em ê bersiveke xurt bidin.”
Qeyûm zilm û darbe ye
Eşref Tekîn jî balkişand ser kiryarên qeyûman ên salên borî û wiha got: “Di salên borî de jî me dît dema qeyûm tayin kirin di destpêkê de êrişî saziyên ziman, çand, hunerê û qadên jinan kirin. Bi taybet jî êrişî zimanê kurdî dikin. Ji bo wê em dibêjin tayinkirina qeyûm zilm e û darbeya li dijî vîna gel e. Em dibêjin divê dev ji vê sepanê berdin.”
Li îradeya xwe xwedî derkevin
Eşref Tekîn di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê bi çalakiyan tayinkirina qeyûm şermezar bikin û wiha bi dawî kir: “Em ê li qadan li berxwe bidin. Ji ber ku em mafdar in. Em dibêjin heke hûn me nas nekin, em jî we nas nakin. Ji roja qeyûm hatiye tayinkirin heta niha em çalakiyên xwe didomînin. Banga me li gelê Sêrtê jî ew e ku tevlî van çalakiyan bibin û xwedî li vîna xwe derbikevin. Em bi hev re bersiveke mezin bidin vê hişmendiya qeyûm.”
AJANSA WELAT / SÊRT