Qey te îro jî deng neda!

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 9 Gulan 2023 - 01:39

  • Heta yekşemê êvarê li derveyî Tirkiyeyê 1,6 milyon hilbijêrî dengê xwe da. Li Elmanya, Fransa, Awusturya û Danîmarkayê, hilbijêr wê îro heta saet 21:00'ê jî karibin dengê xwe bidin. Li deriyên sînor jî dengdan wê 14'ê Gulanê saet 17:00'an bi dawî bibe.   

Li Ewrûpayê, ji bo hilbijartina 14'ê Gulanê ya parlamen û serokkomariya Tirkiyeyê, hilbijirên Tirkiyeyê tenê dikarin îro jî biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Li gelek deveran yekşemê dengdan bi dawî bû. Lê li welatên deng li wan gelek ên weke Elmanya û Fransayê û tevî wan li Danîmarka û Awusturyayê hilbijêr îro (9'ê Gulanê) heta saet 21:00'ê li konsolosxaneyan dengê xwe bidin. Li gorî agahiyên fermî yên dawî yên Desteya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê (YSK) heta yekşemê êvarê, bêhtirî milyonek û 667 hezar hilbijêrî dengê xwe da. Li deriyên sînor bixwe, hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê wê karibin heta 14'ê Gulanê saet 17:00'an dengê xwe bidin. 

Herçî pêvajoya dengdana hilbijartina 14'ê Gulanê ya Tirkiyeyê ye, li Lehistan, Swêd, Bulxaristan, Îtalya, Malta, Spanya, Portekîz, Yewnanistan, Çekya, Slovakya û Mecaristanê bi dawî bû. Dilxwazên Partiya Çep a Kesk li Ewrûpayê, bang li xelkê dikin da ku li Elmanya û Fransayê îro heta saet 21:00 illeh dengê xwe bi kar bînin da ku dawiyê li rejîma yek zilamî ya li Tirkiyeyê bînin. 

YSK'yê ragihand ku di pêvajoya hilbijartina serokkomariyê û ya parlamenê ya 14'ê Gulanê de li derveyî Tirkiyeyê milyonek û 666 hezar 824 kesan heta yekşemê êvarê dengê xwe dane. Ji van 110 hezar û 355 hilbijêran li deriyên sînor deng daye. Li deriyên sînor wê heta 14'ê Gulanê saet 17.00’an hilbijêrên li derveyê Tirkiyeyê karibin dengê xwe bidin.

 

Kîsên dengan hatin mohrkirin

Piştî ku li hin welatan dengdan bi dawî bû, wezîfedarên sindoqan kîsîn dengan mohr kirin. Heta ku hilbijartin bi dawî bibe kîsên dengan ên mohrkirî wê li navendên dengdanê di kaseyên girtî de bên muhafezekirin. Piştre jî kîs wê ji Tirkiyeyê re bên şandin.  

Li Swêdê dengdanê 1'ê Gulanê destpê kir û 7'ê Gulanê êvarê bi dawî bû. Li vir li paytext Stockholmê, li gorî agahiyên ne fermî 13 hezar û 669 kesan dengê xwe da. Di 2018'an de 10 hezar û 700 kesî dengê xwe dabû.

Li Bulxaristanê, li seferata Tirkiyê ya li Sofyayê û li serkonsolosxaneyên li Filibe û Burgazê ji 7 hezar û 900 hilbijêrên qeydkirî hezar û 148'an dengê xwe da. Wezîfedaran, dengên li vir xistin kîsan û mohr kirin. 

Li Îtalyayê li Roma û Mîlanoyê dengdanê 3'yê Gulanê dest pê kiribû û 7'ê Gulanê êvarê bi dawî bû. Dengên ku li 19 sindoqên Îtalyayê û 4 sindoqên li Maltayê hatin bikaranîn, 8'ê Gulanê birin Tirkiyeyê.

Li Spanyayê li Madrîd û Barselonayê 5 ta 7'ê Gulanê dang hatin dayîn. Li Spanyayê 5 hezar û 838 kesan dengê xwe da. Li Portekîzê jî îsal cara ewilî dengdan hat kirin û li wir jî hezar û 484 hilbijêrên qeydkirî hene. Kîsên dengan mohrkirî bi balefiran şandin Tirkiyeyê.

Li Yewnanistanê, li serkonsolosxaneyên Tirkiyeyê yên li Atîna-Pîre, Selanîk, Gumulcîne û Rodosê dengdanê 29'ê Nîsanê dest pê kiribû. Piştî ku dengdan bi dawî bû, deng xistin kîsan û kîs mohr kirin. Wezîfedar wê van kîsan jî bişînin Tirkiyeyê.

 

Roja dawî jî aciz kirin

Li bajarê Hollandayê Amsterdamê, di roja dawî ya dengdanê de nijadperestên Tirk ên ku dengê xwe didin AKP û MHP'ê hilbijêr aciz kirin. Polês bi ço û kûçikan dest werda komên şerê hev kirine. Polês heta ku wezîfedaran deng xistin kîsan û kîs mohr kirin, li cihê dengdanê ma.

 

Nijadperestên Tirk dijminê aramiyê ne

Dengdan li gelek welatan bê pirsgirêk çêbûn. Lê Li Elmanya û Fransayê, hin kesan hewl da ji carekê bêhtir dengê xwe bidin. Hewldanên sempatîzanîn AKP/MHP'ê gelek caran bi destê muşahidên partiyên din û wezîfedarên sindoqan hatin astengkirin.  

Hefteya bihurî jî li bajarê Fransayê Marsîlyayê, komeke ji nijadperestên Tirk êrişê hilbijêrên Kurd kiribû. Li ser vê jî Kurdan bersiv dabû êrişê. Di bûyerê de 4 kes birîndar bûbûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.