Qeşmerên dewletê

Aslan ASLAN nivîsand —

Çarşem 10 Tebax 2022 - 21:09

  • Di 23'ê Tîrmeha 2022'an de karsazên bi navê Hikmet û Ahmet Eraslan bi navê şirketa xwe Dosso Dossî û bi hevkariya walîtiya Agirî li Bazîdê konserek pêşkêş kirin.

Di 23'ê Tîrmeha 2022'an de karsazên bi navê Hikmet û Ahmet Eraslan bi navê şirketa xwe Dosso Dossî û bi hevkariya walîtiya Agirî li Bazîdê konserek pêşkêş kirin. Ev konser jî bi navê festîvala Çiyayê Agirî nîşan dan.

Bi tevlîbûneke zêde ku xwestin bala raya giştî bikşînin ser xwe, propoganda kirin. Bi zanebûn jî hin hunermendên Kurd û Tirk anîn cem hev û bi vî rengî atmosfereke cuda nîşan dan.

Lê tişta balkêş jî ew bû ku dema ev konser dihat lidarxistin, li Tirkiyê hê jî zimanê Kurdî qedexe ye û Kurd ji ber zimanê xwe girtî ne. Li wî welatî Kurd ji ber Kurdbûna xwe û stranên xwe têne girtin û kuştin. Bi taybetî jî çêkirina vê konserê li Agirî û navçeya wê Bazîdê siyaseteke dewletê ye. Çawa ku bi vekirina TRT şeşê re hewl dan wekî ku Kurdî ne qedexe ye, nîşan bidin, heman konsera li Bazîdê jî siyaseteke din a dewletê ye.

Dîsa tişta balkêş ew bû ku çapemeniya qirêj a dewletê jî ev konser mezin kir û nepixand. Wekî ku tiştek qedexe li wî welatî tinebe nîşan dan.

Lê kengî hatiye dîtin ku çapemeniya dewletê tiştek baş nîşan daye. Li aliyekî bi mesrefeke mezin ev konser pêk anîn, li aliyê din bi bikaranîna wan hunermandan, dejenerekirina civakê bi pêş xistin. Ew kesên ev konser organîze kirine berê jî bi defîleyên cil û bergan li ser deverên dîrokî pêk anîbûn. Konsera li Bazîdê jî beşek ji şerê taybet ê dewletê bû. Her hefte li Tirkiyê şano û konserên Kurdî têne qedexekirin. Lê dewletê li Bazîdê destûr da ku stranên Kurdî werin gotin. Hê jî filmên Kurdî nikarin li sînemayan werin nîşandan û gelek bûyerên bi vî rengî diqewimin.

Dewleta Tirk dizane ka ji bo çi û bi çi armancê qedexe dike. Her kes dikare stranên Kurdî bibêje, lê nikare bibe Kurd yan jî Kurdbûnê bike. Dewleta Tirk ji bo vê yekê gelek kesan bi kar tîne. Bi riya wan kesan wekî ku li Tirkiyê Kurdî ne qedexe be yan jî Kurd azad in, nîşan didin.

Vê dewletê, tiştek nemaye bi serê Kurdan de neaniye. Ji ber ku bi Kurdî axivîne, Kurd qetil kirine. Ji ber Kurdbûna wan, ew qetil kirine. Ji ber ku li stranên Kurdî guhdarî kirine, ew qetil kirine. Dewleteke bi vî rengî wê çawa destûra konserên Kurdî bide.

Tişta ku li Bazîdê hat kirin şanoyeke dewletê bû. Parçeyek ji şerê taybet bû ku ji bo gel pê bixapînin. Ev dewlet li ser derew û xapandinê siyasetê dimeşîne. Li Bazîdê şoveke derew û xapandinê kirin. Ew jî şova qeşmerên dewletê bû.

Li welatekî ku zimanê Kurdî û hebûna Kurdan qedexe be, ji qeşmerên dewletê re destûra wê tê dayîn. Di dema desthilatdariya AKP-MHP'ê de rojname, kovar, televizyon û ajansên Kurdan hatin girtin. Navên Kurdî yên li kolan û taxan hatibûn kirin, hatin rakirin. Şaredariyên Kurdan dagir kirin. Komele û dibistanên Kurdî hatin girtin. Stranbêjên Kurd ji ber stranên xwe girtî ne. Seydayên Kurd ji ber ku Kurdî xutbe xwendine, girtî ne. Li bajarên Tirkiyê kesên bi Kurdî diaxivin êrişî wan dikin. Ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî têne qetilkirin. Her sal li bajarên Tirkiyê li dijî Karkerên demsalî êriş çêdibe. Tîpên wek X, W û Q yên bi Kurdî hê jî li Tirkiyê qedexe ne û destûr nayê dayîn ku werin bikaranîn. Li girtîgehan axaftina bi Kurdî ya bi malbatê re qedexe ye û girtiyên bi Kurdî diaxivin tên cezakirin. Hê jî nameyên bi Kurdî nadin girtiyan. Li dadgehan jî parastina bi zimanê Kurdî qedexe ye.

Qeyûmên ku şaredariyên HDP'ê dagir kirine, rê didin zimanê Ingilîzî, Fransî, Elmanî û Erebî, lê Kurdî qedexe dikin. Dîsa fîrma û şirketên ku bi 30 zimanî nivîsa “Hûn bi xêr hatin” dinivîsin, bi Kurdî bi xêr hatinê jî nadin kesekî. Li televizyonên Tirkan destûr nadin kes bi Kurdî biaxive. Şano û konserên Kurdî jî qedexe ne. Li Tirkiyê ewqas qedexe û êriş li ser zimanê Kurdî û hebûna wan heye. Di rewşeke wiha de tişta ku qeşmerên dewletê dikin, şelafî ye û rewakirina dagirkeriyê ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.