Qers wê li vîna xwe bibe xwedî

Pêncşem 21 Adar 2024 - 08:41

Namzetên DEM Partiyê yên ji bo Hevşaredariya Qersê Kenan Karahanci û Arzû Savaş Derman diyar kirin ku Qers wê bersiva pêwîst bide desthilatdariya AKP-MHP'ê û bang li hilbijêrên li derveyî bajêr kirin ku dengê xwe bi kar bînin.

Karahanci anî ziman ku AKP du serdem in li Qersê namzet nîşan nade, piştgiriyê dide namzetê MHP'ê û got, "Meseleya esasî ew e ku li Qersê serî li fenên nû didin. Dixwazin sîstemeke nû ya qeyûm ava bikin. Ji bo dengê xwe bi kar bînin 4 hezar kesên ku li Qersê nînin, li Qersê namînin anîn Qersê. Ev yek jî tê wateya sîstemek nû ya qeyûm. Divê gelê me, mirovên me li hemberî vê yekê hişyar bin. Banga me li şêniyên Qersê yên ji ber sedemên aboriyê çûne derveyî bajêr ew e ku bên û dengê xwe bi kar bînin."

Em ê meseleya avê çareser bikin

Karahanci anî ziman li Qersê rojê du saetan jî ava vexwarinê nîne, di çaryeka destpêkê ya sedsala 21'ê de hîn jî li ser pirsgirêka avê diaxivin û got, "Qers ji aliyê cografî ve cihekî welê ye ku ava xwe zêde ye, lê mixabin li bajêr av nîne. Ji sedî 30 ê ava Qersê belasebep diherike, ji ber ku binesaziya xwe nîne. Lewma armanca me ya destpêkê wê çareserkirina pirsgirêka avê be."

Banga li hilbijêrê derveyî Qersê

Karahanci got, "Qers nikare xwe li windakirina 5 salên din rabigire" û wiha dewam kir, "Dixwazim her kes zanibe ku em ê ji bo xizmetê bi rengekî wekhev nêzî her kesî bibin. Bi taybetî bang li xelkê Qersê yê li derveyî bajêr dikim; bila bên Qersê û dengê xwe bidin. Lêçûna çûn û hatinê ya mirovên li derveyî Qersê em ê bidin, em hîleyan têk bibin."

Em ê saziyên jinan dîsa ava bikin

Namzeta Hevşaredariyê Arzû Savaş Derman jî bal kişand ser xisarên ku sîstemê bi zanebûn li bajêr kiriye û anî ziman ku wê bi taybetî saziyên jinan hemûyan ji nû ve ava bikin. Derman diyar kir ku pirsgirêkên av, rê û paqijiyê li benda çareseriyê ne û destnîşan kir ku weke karê destpêkê wê van pirsgirêkan çareser bikin.

Nasnameyên Qersê li cem me ne

Derman ragihand ku hîleyên bi salan têne kirin wê dewam bikin, haya wan ji vê yekê heye û got, "Lê belê çi dikin bila bikin wê xelkê Qersê xwedî li îradeya xwe derkeve. Em di wê baweriyê de ne ku Terekeme, Azerî, Kurd, Tirk her kes wê dengê xwe bidin me.’’

ANF/QERS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.