DILUCAN BOZÎ
JINHA/KOBANÊ
Yek ji dayikên ku kofiyan çêdike Saliha Ebdî Mustefa temenê wê 70 salî ye û ji Kaniya Kurdan e. Saliha di 18 salî hatiye zewicandin û dayika 9 zarokan e, beriya ku Saliha bizewice, qenewîç bi destên xwe çêdikirin, piştî zewicî jî tiştên xwe yên destan heta roja îro jî didomîne, ji bo ev çand winda nebe, Saliha hewl dide. Di mala xwe de dikanek vekiriye û di hundirê wê dikanê de kofiyan çêdike û difiroşe. Yadê Saliha stranên dengbêjiyê jî dibêje û wan diparêze.
Kofîyên bi kaxizên çîmento û cawên xas
Saliha destpêka axaftina xwe behsa çanda kofiyan kir û got, "Berê dayikan kofî didan serê xwe, dema ku keçik dizewicîn kofî didan serê wan, keçikan jî kum, rext û tac didan serê xwe. Dayika min di mala xwe de kofî û ima çêdikin û difirotin, ez ji dayika xwe fêr bûm ka çawa mirov wan çêdike, niha jî ez di mala xwe de çêdikim, ez caw ji bajêr tînim li gel xwe didirûm û bi hev dixim, jin jî tên dikirin. Kofî bi kaxizên çîmento, cawê xas li hev dipêçim û didirûm, dibe kofî. Eva li serê min jî yek ji çanda Kurdan e, navê wê meles e lê niha nirxê wan gelekî buha ye. Kofî yan meles li gel dayikan tên dîtin. Beriya ez bizewicim min bi destên xwe qenewîç çêkirin, di zarokatiya xwe de ez bi meraq bûm ku ez mala xwe bi tiştên xweş ê çandî bixemilînim."
Berê gelekî xweş bû
Saliha dibêje, jin dikarin bi destê xwe gelek tiştan biafirînin, ji ber ku jin afirînerê jiyanê ne û jiyanê diafirînin: "Dewra berê gelekî xweş bû, divê em wek dema berê li çanda xwe vegerin, ka çawa di şahiyan de me hemûyan kum, rext û cilên Kurdî li xwe dikirin û xwe bi wan dixemiland. Ji ber ku şeirên niha yên eslî buha ne, ez bi tiştên nimêjê didirûm û dikim şeir. Dayik yan jin dema kofiyê dide serê xwe, wê demê mirov bi çanda Kurdî dihese û dizane ku ev jin Kurd e. Lê belê dema ku keç dizewicî diviyabû ku kofî bide serê xwe, ev yek ji çanda Kurdan e, derdora kofiyê jî zêr yan jî zîv bû. Herî zêde jî ji bo jin di jiyana xwe ya rojane de xwe pê bixemilîne dida serê xwe û ev rêûresm bû, ji bo ev rêûresm neyê jibîrkirin û winda nebe, ez çanda xwe diparêzim."