Qenciya PKK’ê ji bîr nekin

Pêncşem 1 Tebax 2024 - 00:53

Hîba Murad Pisî ji gundê Koço ye. Ew bi xwe jî dema çeteyên DAIŞ êriş kir dîl ketibû dest. Hîba Murad Pisî behsa serpêhatiya xwe û fermanê kir:“Me beriya fermanê debara xwe li gund bi Sîba (depoya avê), çandinî û xwedîkirina pez dikir. Zarokên me medrese dixwendin. Min û zilamê xwe ajalan xwedî dikir. Ew jî beriya dû salan çû ser rehma xweda. Me jiyanek xweş derbas dikir.” Ji malbatê tenê Hîba Murad tê dîl girtin û wiha behsa wan kêliyan dike:“Dema çeteyên DAIŞ hatin, şevekî sax heta sibehê şer û berxwedanî domiya. Gundiyan hinek çeper kolandibûn û li berxwe didan. Min wê rojê di hewşa mala xwe de nan di tenûra axê de dipijand. Hewşa me tijî şopên gûleyan bûbû. Kurê min hat û ji min re got, bila ez dev jê berdim ji bo guleyek li min jî nekeve. Hemû ferdên malbatê derketibûn derve. Wê rojê tenê ez û keça xwe li malê mabûn. Keça min carekê got, ‘dayê, hemû gundiyên derdorê me baz didin.’ Rastî ew gundî hatibûn gundê me. Em hemu pêk ve ji gund derketin û reviyan. Wesayîtên mirovên me hatin ber mala me sekinîn. Min ji keça xwe re got; ‘biçe, li seyarê siwar bibe û bi wan re biçe.’ Ez çûm mala mamê xwe. Zarok hemû li wir bûn. Em jî, ew jî bê seyare bûn. Min ji kurê tiyê xwe re got ku em hemû zarokan bixin erebokê bibin gundê Mîrka. Em yên din jî hemû bi hevre dimeşiyan. Em gihêştin quntara çiya. Em li wê derê demek runiştin. Zarokên derdorê me re telefon dikirin û digotin tiştek nîne. Digotin emê vegerin. Em heya nîvro jî li wir man. Heta nîvê rojê me xwe gihandibû tepê serî ya herî jor. Li wir çeteyên DAIŞ xwe gihandibûn û ji me xwestin em xwe berdin gel wan. Em daketin û me girtin. Me girtin birin navenda Şengalê.” Pir bi şansin ku ew roja 7’ê Nîsana sala 2015’an têne berdan. Ew piştî koma yekem ya pîr û kalan weke koma dûyemîn têne berdan.

Hîba Murad Pisî di dewamê de got:“Dema çeteyên DAIŞ êriş anîn ser me tenê gundiyan bi çekên xwe yên ferdî karîbûn li hemberî DAIŞ’ê şêvekê berxwe bidin. Ne pêşmerge hebûn, ne jî cehş (artêşa Iraq) hebû. Roja ku şer derket pêşmerge ji gundê Koço dihatin û ji gundê me derbas dibûn. Min ji wan pirsî ka ew kuderê ve diçin. Wan gotin ‘em diçin Tilbenat, li wê derê şer heye.’ Lê ya rastî pêşmerge hemû rêvîn û.”

Divê Êzidî bibin yek

Hîba Murad Pisî anî ser ziman ku gelek kes vegeriyane gundê Koço û got:“Berî fermanê 12 hezar pêşmerge li Şengalê bûn û cehşê Iraqê jî hebûn. Xelkê Şengalê bi van pişta xwe girêdabûn, lê dema ferman qewimî cehş û pêşmerge reviyan û xelkê Şengalê tenê man. Me dît ku ger tu kêrî xwe neyê tu kes kêrî te nayê. Êzidî êdî ne wekî berê ne. Ger Êzidî di nav xwe de bi tîfaq bûna ewqasî êş nedihat kişandin. Li gorî nêrîna min pirsgirêka me Êzidiyan nebûna tifaqê ye. Yên ku dema fermanê Êzidî xilas kirin PKK bû. Heta mirinê divê ev qenciya PKK’ê neyê jibîrkirin. Divê miletê me yê Êzidî ti demî qenciya PKK’ê ji bîr nekin. Gotina min ya dawî ew e ku bila hemû Êzidî bibin yek. Me dît pêşmerge xiyanet kir, cehş neparast reviya, heger em bûbana tifaq wê demê jî me yê karîba xwe parastiba.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.