• Diyar e gelekî pêdiviya dewleta Tirk bi dovîzên tûrîstan heye û eşkere ji bo vê nîşan dide ku ti qîmeta welatiyên wê ji bo wê nîne.

Dewleta Tirk a ku li welatiyên xwe derketina ji hundir qedexe kiriye, peravên xwe û bajarên xwe li tûrîstan vekirî hiştiye. Piştî hevdîtina wezîrê karê derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu bi wezîrê karê derve yê Elman Heiko Maas re, di daxuyaniya hevpar de Çavuşoglu nîşan da ku ti qîmetê welatiyên dewleta Tirk ji bo wê nîne: "Ji bo ku em ewle bikevin sezona tûrîzmê û ji bo ewlekariya welatiyên xwe me hin tevdîr girtin. Em ê her kesê ku dibe ku tûrîst wan bibînin, heta dawiya Gulanê derzî bikin."

Diyar e gelekî pêdiviya dewleta Tirk bi dovîzên tûrîstan heye û eşkere ji bo vê nîşan dide ku ti qîmeta welatiyên wê ji bo wê nîne. Bila tûrîst bên Tirk ji xwe re di hundirûyan de bimînin.

NAVENDA NÛÇEYAN