• Li Paytexta Elmanya Berlînê bi deh hezaran Kurd û dostên wan, li djî qedexeya PKK’ê meşiyan û xwestin ku qedexekirina PKK’ê betal bibe. 

Li Paytexta Elmanya Berlînê bi deh hezaran Kurd û dostên wan, li djî qedexeya PKK’ê meşiyan û xwestin ku qedexekirina PKK’ê betal bibe. 

Li ser banga Înîsiyatîfa Li Dijî Qedexeya PKK’ê, zêdetirê 10 hezar Kurd û dostên wan li paytexta Elmanyayê Berlînê li dijî qedexekirina PKK’ê meşiyan.

Xelk sibehê li Hermannplatza Berlînê kom bû, meşa xwe li ser rêya Sonnenalle, Pannierstr, Glogauerstr, Wienerstr, Oranienstr dewam kir û li meydana Oranienplatzê mîtîng li dar xist.

Li Gorlitzer Bahnhofê ji ber ku polêsan êriş bire ser dayikan, meş demekê rawestiya. Polêsan xwest dayik pankartên qedexekirina PKK´ê rexne dikin, bigirin. 

Li Gorlitzer Bahnhofê wekî din ala PKK'ê ya mezin hat nîşandan û fîşekên hewayî hatin berdan. Vê jî coşa xelkê zêde kir.

Women Defend Rojava jî got, divê qedexeya PKK’ê bê rakirin.

Daxuyaniya Rote Hilfe jî bal bire ser pêkanînên derqanûnî û girtinên ji ber qedexeya PKK'ê.

Axaftinvanê li ser navê Azadî e.V jî navên girtiyên siyasî yên bi hinceta qedexeya PKK’ê li Elmanyayê girtî ne, Kamûran Yekta Vesek, Merdan K. Mûstafa Çelîk, Gokmen Çakir, Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên Kurd xwendin û daxwaz ji dewleta Elmanyayê kir ku girtiyên siyasî serbest berde.

Bes Kurdan krîmînalîze bikin

Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut jî got, “PKK nûnerê rewa yê gelê Kurd e. Heger dewletên Ewrûpayê û Elmanya dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe, bila qedexekirina PKK’ê betal bikin. Em bang li hikûmeta nû ya Elmanyayê dikin, dest ji krîmînalîzekirina Kurdan berdin!”

Hevserokê KON-MED’ê Engîn Sever jî bi pîrozkirina salvegera PKK’ê dest bi axaftina xwe kir û got, “Divê ev tecrîda 28 salan a li ser gelê Kurd û tecrîdkirina Rêber Apo bi dawî bibe. Divê bi tevgera Kurd û Rêber Apo re dest bi diyalogê bikin.”

Li aliyê din Kritische JuristInnen helwêsta polêsan a li meydanê û tevahiya meşê şopand.

BERLÎN