• Çarşemê boteke pifdayî li Kanala Manchê noqî avê bû û pirraniya wan Kurd 31 penaberan canê xwe ji dest da. Ev jî bû encameke din a siyaseta Hikûmeta Hewlêrê ya ku ne karî gendeliyê asteng bike û ne jî pêvajoyeke bi rastî ya çaksaziyê bi rê ve bibe û kir ku xelk welat biterikînin.  

Roja çarşemê boteke pifdayî ku li peravên bajarê Fransayê Calaisê penaber dibirin aliyê Ingilîstanê, noqî avê bû û pirraniya wan Kurd 31 penaber mirin. Pênc ji van zarok in, 7 jin in û yek ji wan jî jineke ducanî ye. 

Serokwezîrê Fransayê Jan Castex piştî felaketê behsa ‘’trajediyê’’ kir, lê qet behsa aliyê berpirsiyariya siyasî ya Fransayê nekir. Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî got, ‘’Fransa wê nehêle ku Manche bibe goristan.’’ 

Herçî wezîrê karê hundir e, ji ewlekariya canê penaberan bêhtir bi bazirganên mirovan serê xwe diêşîne; wezîr Gerald Darmain got, wan 5 kes bi gumanê tacir in, kirine nezaretê. Hikûmeta Ingilîz jî banga civîna lezgîn kir.

Sykes-Picot îro jî Kurdan dikuje

Civaka Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) îşaret bi rola hikûmetê Hewlêrê kir û got, ‘’Pênebaweriya Kurdan a bi hikûmeta Başûrê Kurdistnaê, hem di hilbijartina parlamenê de bi neçûne ser sindoqê û hem jî dema penaberiya girseyî de ya ji Belarûsê ber bi Ewrûpayê ve hate dîtin.”

CDK-F’ê ji ber helwêsta welatên Ewrûpayê jî rexne li wan girtin û got, “Rojava ku binpêkirina mafên sereke yên mirovî yên Kurdan tine dihesibîne, xasma jî Fransa ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û stratejîk xwe bêdeng dike.

Ev bêdengiya ku bi salan e hêzê dide Erdogan, niha jî PDK’ê, seyra otorîter wêrek dike.

Ji peymana Sykes-Picotê heta niha, mirina Kurdan dikeve qonaxeke nû, Peymana Sykes-Picotê li deryaya Manchê ku di navbera her du îmzakerên Sykes Picotê de ye, sala 2021’an hê jî Kurdan dikuje.’’

Divê mafê xwerêveberiyê yê Kurdan hebe

CDK-F’yê diyar kir tişta ku bi vê keştiyê bûyî encama polîtîkayên şer e ku Kurd bûne qurbanê wê, ji ber ku mafê rêveberiya Kurdan bi hêviya polîtîkayên înkarê yên Tirkiyê, Sûriyê û Îranê ve hatine hiştin, bûye yek ji sedemên wê yekê  ku Kurd ji bêgavî welatê xwe berdin. CDK-F’yê her wiha bi bîr xist Kurdên ku di keştiyê de jiyana xwe ji dest dane ji Başûrê Kurdistanê ne û got, ‘’Ev rewşeke biêş û trajîk e.’’

CDK-F’yê weke sedem îşaret bi polîtîkayên aborî, çandî yên Rêveberiya Başûr kir û got, ‘’Ev jî dibe sedem ku Kurd ji herêma xwe bi dûr bikevin.’’

CDF-K xwest ku Fransa li ser pirsa Kurd çareseriya bi aştî, hevseng û berfireh deyne ber xwe.

Li gorî daxuyaneyeke wezîrê karê hundir ê Fransayê çarşemê yanî roja komkujiya penaberan, 55 penaberan xwe gihandiye Meliktiya Yekbûyî.

Serokkomar Macron îdîa kir ku ew ê nehêlin ku kanal veguhere goristanekê û banag civîneke lezgîn li wezîrên Ewrûpî kir. Macron got, Ewrûpa li asta xwe ya herî jêr e.  

Serokwezîrê Ingilîstanê Boris Johnson bi xwe, Fransa gunehbar kir bi wê yekê ku têra xwe tevdîran nagire da ku penaber ji kanalê nebihurin. 

Îsal heta niha qederê 27 hezar penaberan karî xwe ji Fransayê bigihînin Ingilîstanê. Ev hejmar ji bo tevahiya sala 2020’an 8 hezar bû û temamê sala 2019’an jî tenê hezar bû.

Komkujiyek e

Li gorî agahiyên hezên hewarê didin, sedema ku bota pifdayî ya penaberan noqî avê bûye bi îhtîmaleke meyin ew e ku kestiyeke bar lê xistiye. Di bûyerê herî kêm 27 penaberan canê xwe ji dest da. Pirraniya penaberan ji Başûr û Rojhilatê Kurdisatanê ne. Çarşemê gava bûyer qewimî li kêm penaberên di bota pifdayî de êlegên rizgarker hebûn, û hêzên hewarê didin zanîn ku gelek ji wan ji ber ava cemidî ya Manchê canê xwe ji dest dane. 

Ji kesên mirine 7 jin bûn û yek ji wan jî ducanî bû. Herî kêm 3 zarok jî hene di nava penaberên di kanala Manchê de xeniqî. Du kesên ji bûyerê sax filitîn, yek jî Kurdekî ji Başûr e û yê din xortekî ji Somaliyayê. Herduyan jî ji hêzên hewarê re gotiye keştiyeke bar li wan xistiye û kiriye ku bota wan fiş bibe.   

Otopsiya cenazeyan li bajarê Fransayê Lilleyê wê bibe. Dozgera dewletê ya li bajêr Carole Etienne da zanîn ku wan lêpirsînek daye destpêkirin.

Herçî Bernard Barron e, serokê xizmeta hewarê ya li Calaisê ya SNSM’ê behsa komkujiyekê dike: “Xefka kuştinê ya deryayê, gava me dît bi temamî fiş bûbû. Diviyabû herî zêde deh kes ketibanê. Penaberan bi zorê siwar dikin û lingê wan di nava avê û mayotê de ye.”

Ji SNSM’ê Charles Devos jî dibêje, li botên 10 kesî êdî her diçe behtir penaberan siwar dikin heta bi 50 kesî li van botan siwar dikin. Ji ber ku tirsa ku ferîbotek yan jî keştiyeke bar li wan bixe, tirsa hêzên hewarê ya mezin bû. Lê siyasetvanên herdu aliyên kanalê serê xwe ji vê neêşand.

PARÎS