Qaxizman: Navê MHP’ê jî namîne

Duşem 18 Adar 2024 - 00:45

Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê Guner Hatay û Mehmet Alkan diyar kirin ku Şaredariya Qaxizmanê ya 10 sal in ji aliyê MHP'ê ve tê birêvebirin, tu xizmet nekiriye û gotin ku piştî hilbijartinê wê li navçeyê navê MHP'ê neyê bilêvkirin. 

Namzeta Hevşaredariyê Guner Hatayê jî diyar kir ku pergal tu carî naxwaze jin di siyaset û jiyanê de pêş bikevin û behsa projeyên xwe yên ji bo jinan kir. Hatayê got: “Ji bo jin nasname û hebûna xwe nas bikin projeyên me hene. Her wiha ji bo ziman, huner, çand û keda jinan zêdetir xuya bibe em ê kooperatîfeke jinan ava bikin. Ji ber ku li vir hilberîna zebze û fêkî zêde ye. Di vî warî de keda jinê gelek e, lê ev ked nayê dîtin. Em ê vê yekê diyar bikin. Em ê ji jinan re jî bazaran vekin da ku berhemên hildiberînin bifiroşin. Em ê di warê ziman û çandê de jî kursan vekin.

Polîtîkaya debarê

Namzet Mehmet Alkan jî îşaret bi wê yekê kir ku çavkaniya sereke ya aborî ya navçeyê çandinî û sewalkarî ye, lê ji ber lêçûnên zêde yên kelûpelan çandinî û sewalkarî wekî berê nayê kirin û wiha got: “Ji xeynî narenciyeyê hema bêje li navçeya me her cure fêkî û zebze şîn tên. Bi taybetî mişmiş, sêv şîn tên. Her wiha, sêva dirêj ku tenê li vir şîn tê, heye. Ji ber ku li vir depoya fêkiyan a sar tune ye, hilberîner fêkiyên xwe dibin cihekî dûr ê wekî Îdirê û di depoyê de diparêzin. Wê yek ji karên me yên yekem jî avakirina depoyek sar be.

DEM tê MHP diçe

Alkan anî ziman ku gel bêsebr li benda hilbijartinên 31'ê Adarê ye û wiha got: “Gel di wê baweriyê de ye ku em ê bi feraseta şaredarîvaniya gel re em ê van pirsgirêkan çareser bikin. Em ê çavkaniyan li gorî pêdiviyên gel bi kar bînin. Herî dawî em vê dibêjin; Em ê bi gelê xwe re şaredariyê bi dest bixin û wê li vir navê MHP'ê jî neyê bilêvkirin. DEM tê, MHP diçe ku bila biçe. MHP'ê zirareke mezin da gelê me û navçeya me 100 sal paşve bir."

MA/QERS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.