- Endamê tîma suîqesta Brukselê, Zekeriya Çelikbilek weke ku sefîr be li sefareta Tirk a Parîsê wêne tevî sefîr Musa girtine. Rayedarên Belçîkî Musa weke koordînator û Çelikbilek jî weke organîzatorê suîqestê dibînin.
Qatilê MÎT´a Tirk samîmî li cem sefîrê Tirk ê Parîsê sekiniye û wêne daye girtin. Ne li derve, ne jî li serdanekê, di nava sefaretê bi xwe de.
Li gorî nûçeya Maxime Azadî ya di ANF´yê de hatî weşandin, yek ji endamên tîma suîqestê ya MÎT´a Tirk a li Brukselê pîlana qetilkirina Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal û endamê konseya Rêveber a KCK´ê Zubeyir Aydar dikir, li Qesra Erdogan û li sefareta Tirk a Parîsê wêne girtine. Ev tetikkêşê MÎT´a Tirk jî Zekeriya Çelikbilek e.
Li gorî çavkaniyên lêpirsînê, sefîrê Tirk ê Parîsê ê hingê Îsmaîl Hakki Musa yek ji sê navên sereke yê MÎT´ê ye. Gava ku tîma wî ya suîqestê hat girtin, didu ji wan hevkariyê bi polêsê Belçîkî re dikin. Ji ber wê jî hîna lêpirsînê dewam dikir, dawî li wezîfeya sefîr Musa hat anîn û ew ji Parîsê çû.
14´ê Hezîrana 2017´an polêsê Belçîkayê nêzî avahiya KNK´ê ya Brukselê, weke ku ji ber kontrola trafîkê sekinandibe, maşînek da sekinandin û nasnameyên 3 kesên tê de tesbîtkirin. Ev beşek ji lêpirsîna hewldana teşebusa suîqesta li dijî Kartal û Aydar bû. Ev lêpirsîn veşartî bi rê ve diçû.
Yek ji van kesan Zekeriya Çelikbilek bû, ew kevneeskerek bû. Yê din Yakup Koç bû û pê re nasnameyek hebû ku digot, ew polêsê Tirk e. Li gorî agahiyên ANF´ê Yakup Koç bi navê xwe yê kod “Albay” organîzatorê suîqestê ye. Kesê sisiyan jî Haci Akkulak bû ku bi xwe jî "bi eslê xwe" Kurd e.
16´ê Hezîrana 2017´an tehlûke eşkere dibe, 4 kes çûne Belçîkayê û yek ji wan jî sekvan e.
Polêsê Belçîkayê li Gentê Tirkê bi navê Necati Demirogullari û Haci Akkulak digire, li malên wan jî gelek materyalan desteser dike. Demirogullari zavayê Yakup Koç e û alîkariya materyal daye tîmê sûîqestê. Demirogullari û Akkulak hevkariyê bi polêsê Belçîkayê re dikin
Qatil çi poz dane
ANF´ê xwe gihandiye wêneyê wisa ku tîma suîqesta Belçîkayê deşîfre dike. Di heman demê de têkiliyan jî eşkere dike. Çelikbilek hem li qesra serokkomariya Tirk û hem jî li sefareta Tirk a Parîsê ye. Di yekî ji wêneyan de mirov dibîne Çelikbilek û sefîrê hingê yê Tirk ê Parîsê Îsmail Hakki Musa çiqasî samîmî ne. Di wêne de 2 kesên din jî hene ku nasnameya wan ANF´ê nikariye tesbît bike. 2 wêne li sefaretê hatine girtin û yek jê li ser maseya ji bo daxuyaniyên çapemeniyê hatiye girtin. Yanî qatilê MÎT´ê weke ku li mala xwe be, ew bi xwe sefîr be, tevgeriyaye. Di wêneyekî din de jî ew li qesra Erdoganî ye. Ev wêne eşkere nîşan didin ku têkiliya tîma suîqestê bi sefareta Tirk a Parîsê re û bi serokkomariya Tirk re heye.
Li gorî lêpirsîna polêsê Belçîkî, kordînatorê suîqestê jî sefîrê hingê yê Parîsê yê Tirk Îsmail Hakki Musa ye. CDK-F´yê elaqedarî mijarê daxuyanî dabû û pirsîbû, gelo Fransayê Musa hişyar kir da ku Parîsê beriya bê girtin biterikîne.
NAVENDA NÛÇEYAN