Qatil Enqere ye

În 7 Çile 2022 - 22:45

  • Feleknas Ûca: Dema ku Oslo didomiya Sakîne û hevalên xwe hatin şehîdkirin. Kuştina 3 jinên li Silopiyayê jî bû bi dawîbûna vê pêvajoyê. Faîlên komkujiyên Parîs û Silopiyayê heman kes in. Navnîşan Enqere ye.

Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca, diyar kir ku faîlên qetilkirina 6 jinan li Parîs û Silopiyayê, li Enqerê ne. Wê got, armanca komkujiyan ew bû ku nasnameya jinê bikin hedef. 

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), jinên siyasetvan û şoreşger ên tevgera azadiyê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku 9'ê Çileyê 2013'an li Parîsê hatibûn qetilkirin û siyasetvan Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar a ku di 4'ê Çileyê 2016'an de li navçeya Silopiya ya ser bi Şirnexê hatibûn kuştin, li avahiya HDP'ê ya Êlihê bi bîr anîn. 

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a ku qeyûm şûna wê dagir kiriye û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê tevlî çalakiya bibîranînê bûn. 

Di bîranînê de wêneyên jinên siyasetavn ên şehîd li meseyekê hatin danîn û li dora wan gul hatine danîn û find hatin pêxistin.
 
Faîl yek in

Di merasîma bibîranînê de helbest hatin xwendin û sînevîzyoneke li ser têkoşîna jinê jî hat nîşandan. Felknas Ûca, di bibîranînê de axivî û got, "Em Sakîna Cansiz bi berxwedan û têkoşîna wê nas dikin. Mezinbûna têkoşîna wê ji bo gelê Kurd bû. Ji bo nasnameya azad a jinê bi ked û berxwedana xwe bi roleke sereke rabû. Dema ku Oslo didomiya Sakîne û hevalên xwe hatin şehîdkirin. Kuştina 3 jinên li Silopiyayê jî bû bi dawîbûna vê pêvajoyê. Faîlên komkujiyên Parîs û Silopiyayê heman kes in. Navnîşan Enqere ye."
 
Li dijî nasnameya jina azad 

Ûca di dewamê de got, bi komkujiyan nasnameya azad a jinê kirin hedef: "Kesên ku ji nasnameya azad a jinê ditirsin, 6 jinên ku hedefa wan avakirina nasnameya azad a jinê bû, kuştin. Kesên ku ji bihêzbûna jinan ditirsin, bi tirsonekî ew kuştin. Weke hevalên wan ên têkoşînê, em ê jî mîna wan têbikoşin û bibîranînên wan zindî bihêlin. Em careke din komkujiyê şermezar dikin. Kesên ku fermana komkujiyê dane, wê qet negihîjin mexseda xwe."

Piştî axaftinê bername bi çepik û tilîliyan re bi gotina dûrişmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.

ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.