- Derbarê siberoja mirovahiyê de gelek komplo hene. Her wiha ji bo “Roja Qiyametê” jî gelek tişt tên gotin.
Derbarê siberoja mirovahiyê de gelek komplo hene. Her wiha ji bo “Roja Qiyametê” jî gelek tişt tên gotin. Lê hin zanyar ji axavtinê bêhtir karekî girîng kirine û li Norwecê bi navê “Qaseya Svalbard ya tovên dinyayê” qeseyeke tovan çêkirine. Ev qaseya ku di heman demê de weke “Qaseya Qiyametê” jî tê binavkirin, tovên çend hezar sal berê di hundirê xwe de diparêze.
Banqeya tovan
Ev qesa weke “Banqeya Tovan” kar dike û gelek tovên li dinyayê yên bi demê re hatine kedîkirin diparêze. Siberoj dema bobelatek bi serê mirovahiyê ve were ji bo jiyan bidome tekane hêviya mirovahiyê tê dîtin. Qaseya tovan beriya hefteyekê deriyê xwe ji bo tovên nû vekir ku ev yek zû bi zû pêk nayê. Bingeha vê qaseyê diçe heya salên 2001’î û bi peymana ITPAGRFA ya ji bo tov û çandiniyê ve girêdayî ye. Ev peyman tovan ji bobelat û karesatan diparêze. Di sala 2004’an de li qutban ango li Norwecê ji bo vê projeyê aborî hate veqetandin û ev qase hate damezirandin. Ev qaseya hatiye çêkirin di bin erdê de dimîne û pirr sar e. Bi teknolojiya herî pêşketî tê parastin û li gor şert û mercên hewayê tim tê nûkirin.
Qeseya Svalbard ya tovan salê sê an jî çar car vedibe. Rêveberiya Svalbard mîsyona xwe ya ji bo vî karî wiha tîne ziman, “Em ji bo siberoja dinyayê hewl didin hemû tovên dinyayê di vê qaseyê de kom bikin. Ji gelek herêm û civakan ev tov hatine komkirin. Em van tovan bi awayekî bê pere, dûr û dirêj û bi ewlehiyeke baş diparêzin. Weke dîskekê bifikirin ku hemû kopyayên tovan di hundirê xwe de dihewîne. Em van tovan li Norwecê weke yedek hiltînin.”
Rêveberiya qaseya Svalbard dibêje ku bi hêviya em mecbûr nemînin van tovan bikarbînin û tu keraset bi serê mirovahiyê ve neyên. Lê li hêlekê jî ew bi hêvî ne ku wan karekî wisa kiriye û ji bo siberojeke xerab ev yek ber dilê wan kêfxweş dike û baweriyê çêdike.
NAVENDA NÛÇEYAN