Qanûnên Tirkiyê li Elmanyayê!

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 13 Sibat 2023 - 00:12

  • Elmanyayê hiqûqa xwe dîsa binpê kir ji bo ku KUrdekî ceza bike. Li dijî Merdan K. yê ku di dema tohmetan de temê wî di bin  18 salan de bû, hikmê kesên di ser 18 sakan de hat birrîn.

Li Elmanya girtiyên Kurd ku ji ber xala Qanûşna Ceza ya 129b’yê tên dadgehkirin, neheqiyên welê tên kirin ku dişibin bêhiqûqiyên dewleta Tirk. Gotinên Merdan K. ku di axaftina bi dayîka xwe re kiribû “Ez li gel hevalan têm, em birçî ne” weke ‘karê rêxistinî’ hate nirxandin. 10’ê Sibatê di rûniştina li senatoya ceza ya 6’an bi hinceta endamê PKK’ê ye, di çarçoveya madeyên 129a û 129b 2 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hate birrîn.

Nerazîbûna ji biryarê

Parêzerên Merdan K. Eva Dannenfeldt û Waltraut Verleih, nerazîbûn nîşanî biryarê dan. Komeleya alîkariya hiqûqî Azadî e.V. jî got; “Merdan K. jî weke bi dehan aktîvîstên Kurd, ji ber madeyên 129a û 129b hat dadgehkirin.”

Hikmê mezinan

Azadî di dewamê de got; “Senato şûna ku Merdan K. ji ber ji 18 salî piçûktir bû di dema tohmetê de û di çarçoveya cezayên li ciwanan de hukm lê bibirre, di çarçoveya cezayê mezinan de biryar da ku bê mehkûmkirin. Di vê mijarê de hakiman, daxwaza dozgeriyê bi cih anî. Bi tenê zêdebûna ceza daxist û bi daxwaza dozgeriyê 2 sal û 9 meh ceza birrî.”

Divê tavilê bidawî bibe

Azadî e.V. destnîşan kir ku lêpirsîna di çarçoveya madeya 129b’yê bi tenê li hemberî hin rêxistinan tê pêkanîn û ev jî bi fermana Wezareta Edaletê ya Federal tê pêkanîn. Ev yek jî nîşan dide ku vê rewşê karakterekî siyasî wergirtiye. Heger hikûmeta Elman dixwaze di pirsgirêka Kurd de çareseriyeke siyasî pêk bê, divê tavilê dawî li van kiryarên xwe yên li hemberî Tevgera Kurd bîne. Rakirina qedexeya 30 salî ya li ser PKK’ê wê di serî de bidawîbûna şer, ji bo naskirina nasnameya Kurd û hemû muxatebên wê li xalekê bigihîjin hev, ev ê bibe gaveke destpêkê ya girîng.” 

Em pirr bi hêrs in

Komeleya Rote Hilfe Stuttgart a ku ji destpêkê ve dozê dişopîne, got; “Ev doz, yek ji sê dozan e yên ku halê hazir li Stuttgartê tên birêvebirin. Em gelekî bi hêrs in. Ji ber ku hakim tevî ku rewşa li Kurdistanê dizanin, vê biryarê didin. Dizanin ku hikûmeta Tirk çiqasî komkujiyên hovane pêk tîne. Lê ev yek ji bo wan tiştekî îfade nake. Yên ku tên mehkûmkirin jî aktîvîstên Kurd in.”

NAVENDA NÛÇEYAN  
 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.