Qanûna Kedkaran hazir dibe
Çarşem 17 Nîsan 2024 - 00:57
Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran reşnivîsa qanûna xwe nîqaş kir. Di reşnivîsê de armancên desteyê, meclis û erkên wê û mafên karkeran hene.
Desteya Kar û Barên Xebitandinê û Kedkaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo nîqaşkirina reşnivîsa qanûna xwe civînek li avahiya desteyê ya li Reqayê li dar xist.
Hevserokên desteyê, hevserokên desteyên kar û barên civakî û xebitandinê yên 7 kantonan, endamên rêxistinên civakî, hevserokên Yekitiya Giştî ya Cotkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hevserokên Yekitiya Giştî ya Kedkaran tev li civînê bûn.
Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran Meryem Îbrahîm civîn bi rê ve bir.
Cîgira hevserokatiya desteyê Îlham Hisên madeyên qanûnê xwendin û beşdaran gotûbêj kir û guhertinên pêwîst tê de çêkirin.
Di reşnivîsê de 13 made hene. Di qanûnê de, armanca desteyê, meclisê û erkên wan û mafên karkeran têne destnîşankirin.
Çaverê ye ku piştre ev reşnivîs ji Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re bê şandin, ji bo ku piştî avakirina Meclisa Desteyê hefteya bê, di civîneke fermî de reşnivîsê nîqaş bike û qebûl bike.
ANHA/REQA