- PYNK: Nexasim Şoreşa 19`ê Tîrmehê li Rojava û projeya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê aliyekî wê xwe disipêre serhildana 2004`an. Pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêzên hevgirtî û birêxistinkirî ji bo parastina azadiyê û projeya xwe ya demokratîk ava kirin.
PYNK`ê diyar kir ku gelê Sûriyê û gelê Kurd serhildana Qamişloyê ji xwe re kir bingeh û aliyekî projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe dispêre Serhildana Qamişloyê.
Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) bi boneya salvegera 17`an a Serhildana Qamişloyê daxuyaniyek da û soz da li ser rêya şehîdên serhildanê bimeşe heta pêkanîna hêviyên wan.
PYNK`ê got, “Salvegera 17`an a Serhildana Qamişloyê ya 12`ê Adara 2004`an e. Gelê Sûriyê bi giştî û gelê Kurd bi taybet, serhildan ji xwe re kir bingeh û dest bi kar kir. Rejîma Sûriyê hewl da fitneyê di navbera Kurdan û Ereban de derxe û maça di navbera tîma Cîhad û Fituwe ya li Stada Qamişloyê de bi kar anî. Em hemû bi rewşa wê demê dizanin, bi taybetî piştî hilweşandina rejîma Beesê ya li Iraqê ku pergalên zordest ên li herêmê ji ber wê bi fikar bûn.”
Kurdan îsbat kir dikarin li ber xwe bidin
PYNK`ê di dewamê de got, Rejîma Sûriyê rêbazên xwe yên asayî yên çewisandin û zilmê li dijî gelê Kurd pêk anîn da ku vîna wî bişikîne û wiha dewam kir: “Lê gelê Kurd îsbat kir ku dikare li hemberî pergala zordest li ber xwe bide. Gelê Kurd têgihîşt ku komplo li dijî wî tê pîlankirin, lewra xwe bi rêxistin kir û bi yekrêzî li hemberî wê sekinî. Ji wir serhildana Kurdan li tevahiya herêmên Kurdî heta Heleb û Şamê belav bû. Rejîma Sûriyê jî tevahiya rêbazên çewisandinê li dijî wê serhildanê bi kar anîn û bi hezaran mirov girtin, êşkence li wan kir û ew kuştin. Li rex wê jî qederê 40 kesî şehîd bûn û bi sedan jî birîndar bûn.”
Şoreşa Rojava xwe disipêriyê
PYNK`ê diyar kir ku Serhildana Qamişloyê gaveke ber bi şoreşa gelê Sûriyê ya Adara 2011`an bûye: “Nexasim Şoreşa 19`ê Tîrmehê li Rojava û projeya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê aliyekî wê xwe disipêre serhildana 2004`an. Pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û pêkhateyên din, hişmendiya rejîmê û lîstikên wê nas kirin. Bi hev re dûrî fîtneyên rejîmê xebitîn û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên demokratîk ava kirin ku nûnertiya tevahiya pêkhateyên herêmê bê cudahî dikin. Her wiha hêzên hevgirtî û birêxistinkirî ji bo parastina azadiyê û projeya xwe ya demokratîk ava kirin.”
PYNK li ser şopa şehîdan e
PYNK`ê şehîdên Sehildana Qamişloyê bi bîr anîn û soz da li ser rêya wan be heta pêkanîna hêviyên wan û wiha dawî li dauxyaniya xwe anî: “Çareserî bi rêya qebûlkirin, têgihiştin, diyalog û îtîrafkirina bi mafên aliyên din û dozên wan ên rewa pêkan e. Em bang li gelê xwe yê ji tevahiya pêkhateyan dikin da ku di vê demê de piştgiriya hev bikin.”
Berxwedana li dijî nijadperestiya Beesê
Piştî salên 2000’î rêjîma Sedam Huseyîn li Iraqê bi destê hezên hevpeyman bi pêşengiya DYE’yê hat hilweşandin. Sala 2003’yan parlamen li Başûrê Kurdistanê çalak bû. Nijadperestiya Beesê li Iraq û Sûrî ji vê yêkê gelekî aciz bû.
Di 12’ê Adara sala 2004’an de li Qamişloyê di navbera tîma Cîhad a Qamişlo û tîma Fitiwê ya Dêra Zorê de maça futbolê hebû. Lê dema lîstikvan û xelk ketin stadyumê, komên nijadperest ku ji berê ve rejîma Beesê ew erkdar kiribûn, dirûşmên li dijî gelê Kurd ‘Hilweşin rêberên Kurdan û bijî Sedam Hisên’ gotin. Pê re jî bi keviran êrişî Kurdan kirin. Polîs û eskerên rejîmê jî êrişî kir û deriyên stadyumê hemû girtin. Alîgirên tîma Fitiweyê jî ne di beşa mêvanan de lê di nava alîgirên tîma Cîhadê de hatibûn bicihkirin.
Dema alîgirên tîma Fitiweyê û Cîhadê bi hev ketin, hêzên rêjîmê bi fermana parêzgerê Hesekê Selîm Kebûl, yekser mudexele kirin û bê ser û ber gule li alîgirên klûba Cîhadê reşandin. Di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 ji wan jî zarok bûn. Piştî ku agahî belav bû, bi sedan ciwanên Kurd berê xwe dan stadyûm. Ji ser dîwaran derbas bûn û piştgirî dan birayê xwe yên di nava stadyûmê de. Waliyê rejîmê yê parêzgeha Hesekê Selîm Kebûl ferman da ku gule li Kurdan bireşînin, ji ber vê yekê hejmarek sivîlên Kurd şehîd û birîndar bûn.
Piştî van êrişan gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û bajarên Sûriyeyê hemûyan daket kolanan û nerazîbûna xwe li dijî rejîma Beesê îfade kir. Rejîmê li gelek bajaran kontrol ji dest da. Xelkê nexasim jî li Qamişlo avahiyên rejîmê jî şewitandin. Rejîmê qederê 40 Kurdistaniyî qetil kir. Bi hezaran çalakger kirin zindanan û êşkence li wan kir. Lê encama wê berxwedanê xwe di Şoreşa Rojava de piştî bi 8 salan nîşan da.