Qada gazê ya Kormorê rawestiya

Şemî 27 Çile 2024 - 01:45

Pêr bi şev li dijî qada gazê ya Kormorê ya li Qadir Kerem ya navçeya Çemçemal a girêdayî Silêmaniyê, bi balafirên bêmirov êrişeke hewayî pêk hat. Derbarê êrişê de şirketa Danagas ya Îmaratê daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê, ji ber êrişê, berhemanîna li qada gazê ya Kormorê rawestiyaye.

Li aliyek din Wezareta Ceyranê ya Herêma Kurdistanê jî derbarê heman êrişê de daxuyaniyek belav kir û hate gotin ku ji ber parastina karmend û bîra gazê, hinardekirina gazê ya ji bo hemû statsyonên ceyranê hatiye rawestandin.

Heya niha derbarê êrişê de ti kes, yan jî komê daxuyaniyek belav nekiriye û berpirsyartiya êrişê ne girtiye ser xwe.

Li aliyekî din Balyoza Emerîka ya Iraqê  Alina Romanowski li ser hesabê xwe yê medya dijîtal peyamek belav kir, êrişa li ser qada gazê ya Kormorê şermezar kir û got:“Ev êriş wêrankirina binesaziya jiyanê ye, herwiha divê zivistanê de, bêbeşkirina milyonan mirov ya ji ceyranê ye. Emerîka piştevanê hevkarên xwe yên li Iraq û Herêma Kurdistanê û parastina serwerî û ewlekariya Iraqê ye.”

Herwiha li gorî agahiyan, li Balafirxaneya Navnetewî ya Hewlêrê êrişeke din bi rêya balafira bêmirov û bombebarkirî li dijî hêzên Koalîsyona Navnetewî hate kirin. Hate zanîn ku balafira bêmirov beriya ku li hedefa xwe bixe, li nêzî balafirgehê hate xistin. Têkildarî encamên êrişê tu agahî nehatin bidestxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.