• Meclîsa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera 11`an a destpêkirina aloziya Sûriyê daxuyaniyek da.

Meclîsa Giştî ya PYD`ê got, aloziya Sûriyê bêyî naskirina mafên Kurdan û kêmneteweyên din ên li Sûriyê, derketina dewleta Tirk a dagirker û naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareser nabe.

Meclîsa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera 11`an a destpêkirina aloziya Sûriyê daxuyaniyek da.

Meclîsê di daxuyaniya xwe de got, ruxmî 11 salan jî aloziya li welat dewam dike, ev alozî veguherî şerekî hundirîn ê xwîndar di navbera rejîmê û muxalefetê de bû  aloziyeke navneteweyî ya ku hêzên cîhanî dest werdanê.  Meclîsê di daxuyaniyê de got: "Şoreşa Sûriyê bi hêviya guhertinê û pêkanîna demokratîk, pirrengî û azadiya ravekirinê dest pê kir. Lê bi lez ji rêya xwe ya rast derket û veguherî wesîleyekê ji bo pêkanîna berjewendiyên pergalên şovenîst ên desthilatdar û radîkal ku projeyên demokratîk red dikin. Ji ber wê êrişî herêmên ewle kirin nexasim dewleta Tirk a dagirker. Hikûmeta Şamê jî bi rêya ferzkirina hegemoya leşkerî hewl dide aloziya li welêt bi dawî bike piştî ku gelek herêm bi rêya lihevkirinan kontrol kirin.

Em armanc dikin aloziya li welêt bi rêya diyaloga hundirîn bi dawî bibe. Bi taybetî piştî ku civînên li derve yên ku qaşo ji bo çareserkirina aloziyê li dar ketin û bi bin ketin. Derketina dewleta Tirk a dagirker ji Sûriyê ji girîngtirîn çareseriyên aloziya Sûriyê ye ku dê aloziyê bi dawî bike. Heke Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nebin beşek ji destûra Sûriyê, mafên gelê Kurd û kêmneteweyên din tê de neyên nivîsandin û pergaleke demokratîk a nenavendî ava nebe, çareserî li Sûriyê pêk nayê."
 

NAVENDA NÛÇEYAN