‘Psychology Kurdî’ cara 16’an derçû

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 7 Hezîran 2023 - 03:43

Kovara derûnnasiyê ya bi navê “Psychology Kurdî” ya ku serê çar mehan derdikeve bi hejmara xwe ya 16’an careke din çap bû.

Kovar ev bû 7 salên wê ku derdikeve. Hejmara 16’an jî ya meha Gulan, Hezîran, Tîrmeh û Tebaxa sala 2023’an e.

Kovara “Psychology Kurdî” di vê hejmara xwe de dosyeyeka bi navê “Derûnnasiya Klînîkî û Erdhej” hazir kiriye. Ji bo dosyeyê bi Okan Taycan re peyivîne. Taycan dibêje; “Piştî her karesatê mirov radibin ser piyan û eleqe û alîkarî weke lehiyê diherikin. Lê mixabin ji ber ku piştî karesatê bi demekê rewş vediguhere serdema berî karesatê û eleqeyeke civakî kêm dibe, yên ku karesat jiyane li çoltereke bêdengiyê tên mehkûmkirin.”

Ji bilî hevpeyvînê, Jan Îlhan Kizilhan bi nivîsa “Trawma û Karaset”, Azad Dildar bi nivîsa “Alîkariya Pêşîn a Derûnû”, Gulperî Gunduz bi nîvîsa “Erdhej û Xebata Civakî” û Sehra Aksu jî bi nivîsa xwe ya “Zarok û Trawma” piştgirî dane vê hejmarê. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.