Provokasyona Rûsyayê

În 30 Tebax 2024 - 01:55

Hêzên Rûsyayê doh sibehê hewl da artêşa Tirk derbasî herêmê bikin û dewriyekeke hevbeş pê re pêk bînin. Hêzên Rûsyayê hewl da ji gundê Dêrna Axa yê li bakurê bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê dewriyeya hevbeş bidin destpêkirin. Xelkê herêmê xwepêşandan li hemberî hewldana Rûsyayê li dar xist û pêşî li ber dewriyeyê girt. Hêzên Rûsyayê bêserûber gulle û bombeyên gazê li xwepêşandêran barandin û ji bo tirsandina xwepêşandêran jî bi panzêrekê pê li welatiya bi navê Evîn Îsa kir. Piştî bûyerê Evîn Îsa rakirin nexweşxaneyê. Xwepêşandêran nehişt dewriyeya Tirk derbasî herêmê bibe û li deverê bigere.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.