Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku wê destkeftiyên bi saya fedekariyên şehîdan hatine bidestxistin biparêzin û got armanca êrişa mîlîsên Dîfaa Wetenî li dijî nuqteya wan, têkbirina îstiqrara herêmê ye.
Pêr êvarê, endamên “Dîfaa Wetenî” yên ser bi hikumeta Şamê ve êrişî nuqteyeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxa Helko ya bajarê Qamişlo kirin û gule lê reşandin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya parastina rewa de, bersiva êrişê dan û li ser wê yekê şer derket.
Li ser mijarê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûrî daxuyaniyek da û got: “23`ê Çile saet 6:00`ê êvarî, mîlîsên Dîfaa Wetenî yên girêdayî hikumeta Sûriyê êrişî nuqteyeke kontrolê ya hêzên me li taxa Helko ya Qamişlo kirin û gul li me reşandin. Li ser wê yekê di navbera hêzên me û mîlîsên Dîfaa Wetenî de şer derket. Me di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişê da û nuqteyên xwe parastin.
Wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn em diyar dikin ku kirinên bi vê rengî, armanca wan têkbirina herêmê ye. Em ji gelê xwe re dibêjin; em ê destkeftiyên bi saya fedekariyên şehîdan hatine bidestxistin biparêzin.”
NAVENDA NÛÇEYAN