Protesto jî ceza kir

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 5 Cotmeh 2023 - 10:02

  • Dewleta Elman ji ber xebatên çandî hunermend Mazlûm Dora kiribû hepsê. Dora ji ber miameleya xirab û pêkanînên kêfî bedena xwe da ber agir. Dewleta Elman, kir ku em rehmê li bavê kefendiz bînin û ceza li çalakiya protestoyî ya Dora jî birrî.

ARJÎN  NÛJÎN / STUTTGART

Li Hepsa Stammheim a li bajarê Stuttgartê yê Elmanyayê, hunermend Mazlum Dora ji sala 2021´ê ve girtiye. Wî li dijî pêkanînên kêfî û miameleya xirab greva birçîbûnê ya bê mohlet û bê dor da destpêkirin. Greva wî di roja 14´an de dewam dike. Dora beriya greva birçîbûnê ji bo protestokirina zilma dewleta Elman, bedena xwe dabû ber agir. Dewleta Elman, bi awayê ku romana “Dawe” ya Franz Kafka bîne bîra mirovan, ji ber çalakiyê pereyê ceza û hepsê li Dora birrî.
Dewleta Elman, ji ber xebatên wî yên çandî, hunermend Mazlum Dora, ji 11´ê Gulanê ve di hepsa Stammheimê de digire. Mazlûm Dora, li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Stuttgartê hat dadgehkirin û 3 sal û sê meh cezayê hepsê lê hat birrîn. Parêzerê wî got, xebatên hunerî yên Dora û mafên wî yên destûrî, bi vê dadgehkirinê xistine ber qanûna ceza ya Elman 129b´yê û weke xebata rêxistinê hesibandine.

 

Bedena xwe da ber agir

Mazlûm Dora, ji roja hatiye girtin û vir ve li dijî pêkanênên kêfî yên rêvebeirya hepsa Stammheimê têkoşîna xwe dewam kir. Ji ber ku red kir lingê wî qeydkirî wî bibin dadgehê, cezayê disîplînê lê hatibû birrîn. Ji bo ku pêkanînên kêfî û miameleya xirab protesto bike, bedena xwe da ber agir. Mazlûm Dora niha tê dermankirin, û ji bo wî pêvajoyeke nû ya hiqûqî dest pê kir. 

 

Dewlet bi qurbana keran be

Dadgehê bi îdîaya zerar kiriye li malê dewletê û jiyana girtiyên din xistiye tehlûkeyê, 20´ê Îlonê hezar euro cezayê perê û 2 sal û 3 meh cezayê hepsê lê birrî. Parêzerên Dora li ber biryarê rabûn û doz birin dadgeheke bilindtir. 

 

14 roj in di greva birçîbûnê de ye

Mazlûm Dora, ji be ku xebatên çandî kirin ber xala qanûnê ya 129b´yê, ji ber ku bi kirinlên xwe kerameta wî nehiştin, ji ber ferza 129b´yê, ji ber zextên li saziyên Kurdan û miameleya xirab a li dijî xwe, bi armanca protestokirina van kirinên dewleta Elman, bedena xwe 22´yê Îlona bihurî dest bi greva birçîbûnê ya bê mohlet û bê dor kir. 

Li xwe kêm kiriye

Kesekî ji kesên çûn serdana Mazlûm Dora da zanîn ku Mazlûm Dora gelekî li xwe kîm kiriye, maye 54 kîlo. Heman çavkaniyê da zanîn ku Dora berê jî emeliyat bûye, di pişta wî de platîn heye û lazim e dîsa ji nû ve bê dermankirin.

Ji bo ku daxwazên wî bên qebûlkirin û greva birçîbûnê tavilê bê bidawîkirin, şemiya bê wê li ber hepsa Mazlûm Dora lê girtî, daxuyaniyek bê dayîn.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.