Profesyoneliya Şanoya Bajêr a Amedê

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 18 Kanûn 2023 - 00:25

Çarşema bihurî Şanoya Bajêr a Amedê li Frankfurtê, li Internationales Theater performansa “Mirina Jeanne d’Arc a din” nîşan da û perforamans jî performans bû ha. Li cem me gotinek heye, dibêjin, “gotina xweş, xweş e ya nexweş kula reş e”. Vêca ezîzino, “şanoya xweş, xweş e” ya nexweş jî divê mirov rexne bike ji bo xweş bibe: Kurdî, Kurd û Kurdistan layiqê şanoya xweş in. Ez bi rastî şa me ku keysa min lê hat, ez li ser performansa şanoyeke profesyonel û serketî binivîsim.

Ez qebûl dikim, hin pêşhukm di vê qenaeta min de xwedî rol in: Ez heyranê aktrîstiya Nurşen Adiguzelê me. Va ye li xwe mikur têm û min gelekî hez ji performansa bi giştî ya li ser sehnê kir. Dîsa jî ez kite bi kite pê dakevim, ka çima.  

Metna Stefan Tsanev bi serê xwe metneke welê ye ku mirov dikare li ser sehneyên şanoyê, gelekî xweşik bi cih bike. Em ji efsaneya Jeann d’Arcê, jina xama ya Fransayê, ya dêra katolîk piştî ku ew da şewitandin, ragihand xasa xwedê ye, zêde dûr nakevin. Lê di vê lîstikê Jeanne d’Arc di şer de ji mêj miriye; û dêr bi rêya dadgeha engîzîsyonê dixwaze aktrîsteke şanoyê ya ku cezayê mirinê lê hatiye birrîn, weke ku Jeanne d’Arc be dadgeh bike, bike ku li gunehên xwe mikur were û bibêje “ez poşman im”. Ev naqewime… Jixwe ji ber wê, ev mirineke din a Jeanne d’Arcê ye. Ez ji vê bêhtir behsa metnê nakim, careke din derfeta we çêbû, hûn bi xwe herin li şanoyê temaşe û guhdarî bikin.

Yan jî belkî, wergera çê ya Dilawer Zeraq a metnê rojekê bê çapkirin, hingê hûn ji wir bixwînin. Min got, wergereke çê, yanî diyalog û monologên li ser sehneyê, tameke xweş a Kurdiyê dan min. Ez qebûl dikim ku Nurşen Adiguzela ez heyranê lîstikvaniya wê, di monolog û diyalogên xwe de carinan, sermeselê, li şûna “min tu dîtî” digot, “min te dît”, lê ji ber ku di Kurmanciya gelek deveran de jî ev heye, ne ecêb bû. Axir ne wilo tiştekî adetî ye ku mirov ji Kurmanciya metnên şanoyekê bi rehetî razî be, ez vê carê razî bûm.

Performansa Nurşen Adiguzelê, di navbera monologên xwerazîkirinê, hêrsbûna ji şexsê xwe, ji qedera xwe û ji xwedê de û diyalogên wê bi xwedê û bi celad re, kurt û kurmancî, ecêb xweş bû; ji mêj şanogeriyeke ew çend xweş min nedîtibû, ez bi performansa wê tamişkî bûm.

Performansa celadê min û te, Yavuz Akkuzu jî ne kêmî ya wê bû. Bi rastî jî performanseke kamil bû. Rola celad a di navbera celadê bêrehm ê incîlxwên, welatparêzê Fransî yê heyranê Jeanne d’Arcê û welatiyê adetî yê keysparêz de bi awayekî bê qisûr û bi Kurmanciyeke pak, di şexsê Yavuz Akkuzu de li ser sehneyê bi gewde dibe.           

Ozcan Ateş jî bi performansa xwe ya li ser sehnê bi rastî jî hêviyên şanoyeke xweş û serketî bi cih anîn. Lê ez ê hin rexneyan li vê îcraya lîstikvaniya wî bigirim. 

Bi giştî, û xasma di rola aktrîsta sereke ya lîstikê de bi ya min derhêner Berfin Emektar gelekî serketî bû. Lê li vir ez ê êdî bi aliyên din ên performansa li ser sehneyê dakevim; ev alî welê xuya dikin ku gelekî muhtemel e encama destwerdanên derhênera ezîz bin û dîsa bi ya min li ser performansa li ser sehneyê bûn bar. 

Rola “xwedê” ya bi îcraya Ozcan Ateş, ji bo ku temaşevan di heman demê de bikenin jî hatiye sêwirandin. Lê ez dibêjim, ev rola komediyê, ewqasî zêde hatibû mubalexekirin ku carinan li şûna Ozcan Ateş, min “Xalê Şêro” li ser sehneyê dît. Bi ya min derhêner dikare hem efekta kenandinê dewam bike û hem jî wê îmaja “Xalê Şêro” ji ser “xwedê” rake. Ez texmîn dikim ku ev mesele zehmet e hem ji bo Ozcan Ateş û hem ji bo Berfîn Emektar, lê her du jî xwedî wê tecrûbe û behreyê ne ku ji heqî vê zehmetiyê derkevin. 

Jixwe, em vê li ser sehnê bi îcraya celad jî dibînin; Yavuz Akkuzu jî dikenîne, ditirsîne û xemgîn dike. Tevî mubalexeyên adetî yên şanoyî, ew hisa mubalexeya zêde - ya performansa Ozcan Ateş - bi min re çênebû. Yanî esas Berfîn Emektar jixwe hosteyê vê meselê ye û diyar e, performansa Ozcan Ateş bi daxwaz û biryara derhêner wiha li ser sehneyê hatiye nîşan dan.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.