Şêwekara navdar a surrealîst yan jî realîzma efsûnî a Meksîkî, Frida Kahlo portreya xwe bi xwe gelek caran çêkiriye û ev portreyên wê gelekî tên nasîn û meşhûr in. Lê yek ji van portreyên wê ji yên din cihê ye. Di vê portreyê de wê portreya xwe bi porên xwe yên vekirî û berdayî çêkiriye. Û jê re têbîniyek jî li binê nivîsandiye: "Li wir, min resma xwe bi xwe çêkir, Frida Kahlo, bi rêya eksa xwe ya di neynikê de. Ez 37 salî me û niha Tîrmeha sala 1947’an e. Li Coyoacanê, li Mexico, li wê devera ez lê hatim dinê."
NAVENDA NÛÇEYAN