Şanogerên Kurd di Roja Şanoya Cîhanê de bi navê Dîalog ji bo şano, dans û performansê portaleke nû avakirin. Vê portala nû di 27’ê Adara 2021'ê de dest bi weşanê kir û niha çalak e. Kesên bixwazin, dikarin xwe bi rêya portalê bigihînin nivîsên di vî warî de.
Portala Dîalog bi nivîs, nûçe û hevpeyvînan nû yên di derbarê şanoyê de deriyê xwe ji xwendevanan re vekir û bi daxuyaniyeke kurt armanca xwe diyar kir. Dîalog di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ew ê wek portaleke serbixwe kar bike û bi nihêrîneke dijmêhtinger tevbigere. Her wiha Dîalogê da zanîn ku ew ê ji bo şano, dans û performansê meydaneke nivîs, rexne, analîzan a ku wê zanistî be jî ava bike.
Dîalogê diyar kir ku yek ji armancên wan ên sereke ew e ku Dîalog siberojê bibe kovareke çapkirî.
NAVENDA NÛÇEYAN