- Andrea Kowch sembolîzmeke ecêb xurt bi kar tîne. Ew li bajarê Detroît ê li eyaleta DYE´yê Michiganê hatiye dinê.
Andrea Kowch sembolîzmeke ecêb xurt bi kar tîne. Ew li bajarê Detroît ê li eyaleta DYE´yê Michiganê hatiye dinê. Hunermenda 38 salî, hem xêzkirin û hem jî bi giştî huner xwendiye. Di resimandinên wê yên li ser kaxezê de hin tişt derdikevin pêş, yek ji wan hal û tevgera mirovan, yeke din jî bi tefsîlat xêzkirina amûran e. Yanî em tesîrên ronesansa bakur û hunerê Emerîkî xasma jî yê mîmariya gundewarên Michiganê.
Ew bi xwe dibêje, “Çîrok û îlhama wêneyan ji tecrûbe û hestên jiyanê tên, di encamê de dibin çîrokbêjî, texeyula alegorîk ya ku di navbera tecrûbeya mirovan û sirrên dinyaya xwezayî de paralelan nîşan didin.”
Erdên çep û bêkesûs ên Emerîkî bi kes ûferdên li ser wêneyên wê vediguherin meydaneke lêkolîna li pîroziya xwezayê bixwe.
Hrî zêde jî porên fîgurên wê balê dikişînin ser xwe. Tevî ku hin îstîsnayê reşik jî di nav wan de hene, ev fîgurên wê bi pirranî jinên spî yên Emerîkî ne. Axir em hizreke li ser ruhê mirov dibînin, her tiştî hem xurt, hem nazik û hem jî ebedî nîşan dide. Em fikrekê dibînin ku ya rastiyê weke xewnekê nîşan dide yan jî belkî berevajî wê, texeyulê bi gewde dike, weke ku rastî be. Nexasim jî porên fîgurên wê û di halê tevgerê de resmandina wan, ji yek xisletên diyarker ên hunerê wê ye.
Andrea Kowch li gelek muze û galeriyên weke RJD Gallery ya New Yorkê, Muskegon Museum a Huner Muzeya Hunerê Hevçax (MOCA) ali Jacksonvillê û gelekên din pêşangehên solo vekirine.
RJD Gallery ya li New Yorkê nûneriya berhemê wê dike.
MICHIGAN