Populîst favorî ne

Nûçeyên Cîhan

Yekşem 10 Nîsan 2022 - 22:39

  • Li Fransayê, hilbijartina ji bo serokkomariyê doh dest pê kir. Di tûra yekê ya hilbijartinê de 12 namzet ji bo serokkomariyê ketin pêşbaziyê.

Li Fransayê, hilbijartina ji bo serokkomariyê doh dest pê kir. Di tûra yekê ya hilbijartinê de 12 namzet ji bo serokkomariyê ketin pêşbaziyê.

Ji bo hilbijartinê 48.7 milyon hilbijêr dikarin dengê xwe bidin li 70 hezar buroyên hilbijartinê bidin. Doh saet di 08:00´an de dengdanê dest pê kir. Gava nûçeya me dihat amadekirin, hîna encamên ne fermî yên destpêkê nehatibûn eşkerekirin.

Li gorî rapirsiyan Serokkkomarê heyî Emmanuel Macron wê bibe yek ji serketiyên tûra destpêkê. Dengên Macron di navbera ji sedî 25 û 28'an de xuya dikin. Yên populîsta nijadperest Marine Le Pen jî di navbera ji sedî 21.5 û ji sedî 24´an de xuya dikin. Ji namzetên çep û dostê Kurdan Jean Luc Melenchon bi xwe, li gorî rapirsiyan wê di tûra diduyê de nebe. Dengên wî jî herî zêde weke ji sedî 18 xuya dikin.

Du namzetên ku di tûra destpêkê de bi ser kevin, wê 24'ê Nîsanê di tûra duyemîn de werin hemberî hev.

Heger berevajî rapirsînan, hilbijêrên çepgir ji bo pêşî li namzeta nijadperest bigirin, dengê xwe bidin Jean-Luc Melenchon, hingê dibe ku di tûra diduyan de Melenchon û Macron werin hemberî hev.  

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.