Polêsê Belçîkî li bajarokê Brasschaat ê ser bi Antwerpenê êrişî xortekî Kurd ê bi navê Ahmet Baran Amaç kir. Di êrişa 27´ê Çile danê êvarê de polêsan hem li Baran Amaç xist, hem cil û bergên wî qetandin. Malbata Amaç dibêje, ew ê dev ji meselê bernedin û hiqûqî doza xwe bikin.
Polês 27´ê Çile ji Ahmet Baran Amaç nasnameya wî xwestiye. ji ber ku nasnameya wî pê re nebûye, polêsan êrişî wî kiriye. Di êrişa polêsan de Ahmet Baran Amaç bi derbehişkan birîndar bû. Wî li ser vê yekê rapora nexweşxaneyê jî standiye.
Ahmet Baran Amaç kurê nivîskar Kadir Amaç e. Malbat dibêje, ew ê dev ji vê doza li dijî şideta polês a li dijî zarokan bernedin û tevahiya rêyên hiqûqî bidin ber xwe.
Van salên dawiyê şideta polês li Belçîkayê nexasim li dijî zarokan zêde bûye. 19´ê Gulana 2018´an polês gule li mînîbusekê reşandibûn ku tê de 30 penaber hebûn. Di vê êrişê de Mawda ya 2 salî hatibû qetilkirin. 1´ê Hezîrana bihurî polês ji piştê ve zarokekî 13 salî li semta Brukselê Saint-Gillesê kelemçe kir û ew bire nezaretê. Dîmenên bûyerê rê li ber nerazîbûna xelkê vekiribû. Beriya çendekê [13´î Çileyê 2021´ê] li belçîkayê xortekî reşik piştî ku polês ew kire nezaretê ne bi gelekî, bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû.
BRUKSEL