Li Fransayê roja Sêşemê bi hinceta ku nesekiniye, polêsan ciwanekî 17 salî yê ku hiqûqî zarok e, kuştibû. Ji ber vê yekê li seranserê welêt, çalakiyên protestoyê dest pê kir.
Ciwanê 17 salî Nael M., li semta Nanterre ya Parîsê, bi hinceta ku nesekiniye, polêsan gule lê reşandin û ew kuştin.
Di dîmenên bûyerê de tê dîtin du polês dema wesayîtê didin sekinandin, sîlehê li wî ciwanî dikişînin. Piştî ku wesayît bi rê dikeve jî polîs guleyan bera ajovanê hîna zarok didin. Di dîmen de xuya dike ku di encamê de wesayît li derekê dikeve û disekine.
Parêzerê malbata Nael, Abdelmajîd Benamara ji BFMTVyê re got, polêsan bi qest li zarok daye.
Serokê France Insoumise (Fransaya serî natewîne) Jean-Luc Mélenchon jî got, ev cînayet di bin otorîteya dewletê de ye: “Divê kujer werin dadgehkirin.”
Pêr bi şev jî li Fransayê di xwepêşandanan de polêsan 31 kes kirin nezaretê. Li gorî Wezareta Karên Hundir 24 polês bi sivikî birîndar bûne. Di dema protestoyan de gelek wesayît û avadanî hatin şewitandin.
Li ser banga malbata Nael jî îro li semta Nanterr meşek li dar dikeve.
PARÎS