Polês kuşt xiste stûyê nexweşiyê

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 8 Mijdar 2021 - 22:55

  • Li bajarê Elmanyayê Wuppertalê duşema bihurî (1’ê Mijdarê) polês ciwanekî Yewnan ê 25 salî kire nezaretê û di nav destê xwe de ev ciwanê hanê kuşt.

Li bajarê Elmanyayê Wuppertalê duşema bihurî (1’ê Mijdarê) polês ciwanekî Yewnan ê 25 salî kire nezaretê û di nav destê xwe de ev ciwanê hanê kuşt. Polês ji bo qatilbûna xwe veşêre, duşemê (doh) îdîa kir ku sedema mirina wî ne miameleya polêsan e, lê ew ji ber bikaranîna narkotîkê miriye. Bûyer jî li Elmanyayê hîna nû pêr êvarê piştî ku dîmenekî vîdeo li ser vîdeoyê belav bû, eşkere bû.

Di meseleya veşartina kuştina biyaniyan de polêsê eyaleta NRW’ê pispor e. Polêsê ku Tîrmeha 2018’an Amed Ahmed ê Efrînî girt û ji bo ku di hepsa Kleve de girtî bimîne, belge tehrîf kirin, yê heman eyaletê ye. Tevî ku dozgera Braunschweigê belge kir ku bi qest belge hatine tehrîfkirin ji bo ku Amed Ahmed bi neheqî bê girtin. Di meseleya şewitandina hucreya wî ya di hepsa Kleve de ya Îlona 2018’an û destnewerdana şewatê de jî gelek nuqteyên ne zelal man. Parlamena NRW’ê dewamkirina lêpirsîneke berfireh bi dengên partiya serokwezîrê eyaletê yê hingê, Laschet red kir. Ji ber wê jî berpirsiyarên kuştina Amed Ahmed ê ku di encama birînên xwe de canê xwe 29’ê Îlona 2018´an ji dest da, hîna jî nehatine dadgehkirin.

Di meseleya kuştina vî ciwanê Yewnan de jî polês û dozger berpirsiyariyê ji ser xwe diavêjin û dixin stûyê firoşkerekî narkotîkê, ji ber ku narkotîk firotiye ciwanê Yewnan. Polêsê Hagen û dozgeriya Wuppertalê fermî tam hefteyekê piştî kuştina Giórgos Zantiotis daxuyanî da û "mirina" wî piştrast kir. Ev jî hema welê xweber nebû. Pêşî dîmenek li ser twittera Yewnanistan, belav bû û karî xwe bigihîne twittera Elmanyayê. Di dîmen de dengê jineke ciwan tê ku bi girî dibêje, "Eva hûn dikin, ne rast e. Wilo nekin.

Ew hîna zarok e." 

Ew keç xwişka Giórgos Zantiotis e. Polês ji ber minaqeşeya di navbera wê û birayê wê de xebero çûye cihê bûyerê. Gava du polês dikevin ser bedena wî ji bo ku wî bikin nezaretê, dîmen yekser dîmenên kuştina George Floyde tînin bîra mirovî: Polês bi kaboka xwe ya dide ser stûyê George Floydî 25’ê Gulana 2020’an li Minneapolîsê ev zilamê hanê qetil kiribû. Lê polês berpirsiyarî red kiribû û gotibû, Floyd ji ber bikaranîna narkotîkê miriye. Lê otopsiyan nîşan da ku ew hatiye fetisandin. 

Dadgehê polêsê qatil parastibû  

Li Elmanyayê hem polês hostetir e di veşartina kuştinan de û hem jî saziyên din ên dewletê bi awayekî elimandî xwedî li qatilan derdikevin. Polêsê ku sala 1994’an bi sîlehê guleyek bera Halîm Dener ê 17 salî da û ew qetil kir, nehat cezakirin. Li gorî dadgeha Elman, polêsê wê dikarî sîleha xwe li kesekî bikişîne ku plakatan dadileqîne.

Doza lêpirsîna bêalî

Axir di bûyera kuştina Giórgos Zantiotis de tiba edlî di cih de dîtiye ku di dema kuştina wî de ti tesîrên ji derve yan jî ti tesîra bikaranîna şidetê nebûye. Lê daxuyaniya polês bi xwe jî vê daxuyaniya tiba edlî li derewê diqelibîne: Polês dibêje, gava ku xwîna wî hatiye girtin, bi carekê ruh jê çûye. Kesê ku xwîna wî girtiye doktor bûye. Ji bo ku doktorek bi zorê xwîna girtiyekî bigire, lazim e dîsa herî kêm 2 polês wî bigirin û nehêlin xwe tevde. Yanî Giórgos Zantiotis bi rastî ji ber narkotîkê miribe jî bi tesîra ji derve ev qewimiye: bi derziyê xwîna wî hatiye girtin, û hinan ew bi zorê girtiye da ku xwe tevnede. 

Polês ji xwe qebûl dike ku di dema kirina nezaretê de gelek polêsan bi zorê kariye ku Giórgos Zantiotis bigirin, kelemçe bikin û bikin nezaretê. Polês ji bo ku ji niha ve xwe biparêze, dibêje, di dema girtina Giórgos Zantiotis de 2 polês birîndar bûne. 

Lê dengê jina ciwan a ku dibêje, "Eva hûn dikin, ne rast e. Wilo nekin. Ew hê zarok e“, xweşik nîşan dide ku polês bi neheqî û bi şideteke zêde êrişî Giórgos Zantiotis dikin. 

Yekşemê êvarê piştî eşkerebûna kuştina Giórgos Zantiotis di nezaretê de li ber Dadgeha Sulhê ya Wuppertalê, xwepêşandanek hat lidarxistin û kuştina Giórgos Zantiotis hat şermezarkirin. Gelek saziyên civaka sivîl niha doza lêpirsîn û lêkolînên bêalî dikin da ku polês û dozger dîsa polêsan neparêzin.

WUPPERTAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.