PKK’ê ji 'lîsteya terorê' derxin

Çarşem 17 Mijdar 2021 - 23:22

  • Li ingilîstanê berdevkê APPG'ê ya li parlamenê, Lloyd Russell Moyle, tevlî kampanya "PKK ji lîsteya terorê derxin" bû. 

Li ingilîstanê berdevkê APPG'ê ya li parlamenê, Lloyd Russell Moyle, tevlî kampanya "PKK ji lîsteya terorê derxin" bû. Li Awustralyayê jî endamê Piştgiriya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re (NESS) Fionn Skiotis jî destek da kampanyayê û ji hikûmeta xwe xwest PKK´ê ji lîsteya rêxistinên terorîst derxe.

Berdevkê koma Tirkiye û Sûriyeyê ya hemû partiyan (APPG) a li Parlamena Ingilistanê Lloyd Russell Moyle, tevlî kampanya bila PKK ji lîsteya terorê bê derxistin, a Meclisa Dijîtal a Kurdistanê bû. Moyle got, "Ez endamê meclîsa Ingilistanê Lloyd Russell Moyle. Di heman demê de berdevkê APPG'ê me. Me derbarê mafê siyasî û wekhev ên kurdan raporek weşand. Me di vê raporê de diyar kir ku dîtina PKK'ê û Kurdên ku xweseriyê diparêzin, weke 'terorîst' şaş e. Em bang li hikûmetê dikin da ku mafê Kurdan biparêze û li ber zextên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan rabe. Li dera ku pêwistî bi edalet, xweserî û aştiyê hebe, em ê piştgiriya Kurdistanê bikin."

Endamê Piştgiriya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ya li Awustralya (NESS) Fionn Skiotis jî got: “Ti xetereke PKK’ê ji bo Awustralyayê nîne. PKK bi hemahengiya QSD’ê Rojava ji terora DAIŞ’ê rizgar kir. Divê Awusturalya qedexeya li ser PKK’ê rake. PKK ji sala 2006’an ve li Awusturalyayê wekî rêxistineke ‘terorîst’ hatiye binavkirin û qedexekirin. PKK rêxistineke terorîst nîne. Ti tehlûkeya wê ji bo Awustralyayê anjî xelkê Awûstûralyayê nîne. PKK tevgereke rewa ya Rizgariya neteweyî ye. Rêberê PKK’ê jî wekî ‘Mandelêyê Kurd’ tê nasîn. Divê Awustralya ji aliyê exlaqî ve qedexekirina PKK’ê bi dawî bike." 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.