PKKê îradeya bindestan e

Duşem 28 Mijdar 2022 - 01:33

  • Dr. Macid Xelîd: Niha li Tirkiyê bêyî PKK´ê siyaset bi pêş nakeve. Ev bipêşketin û demokrasiya li Rojavayê Kurdistanê heye, hemû çavkaniya xwe ji fikra PKK’ê digire. Ew ‘Jin jiyan azadiya’ ku niha bûye dirûşme û dinya hemû bi zimanê Kurdî vê dibêje, ev hemû destketiyên PKK’ê ne.

BOTAN GERMIYANÎ/ROJNEWS / SILÊMANÎ

 

 

Dîroknas û Serokê Beşa Dîrokê yê Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Macid Xelîd  der barê 27’ê Mijdarê 44’emîn salvegera damezirandina PKK’ê û 50’emîn sala Tevgera Azadiya Gelê Kurd de dîtinê xwe diyar kirin.

Dr. Macid Xelîd got, “Di wê dema ku PKK derket, despotîzm, eşîrtî, mêrsalarî û kevneperestî di hêza xwe de bû, lê PKK hat û yek bi yek ew xalên lawaz ên di nava tevgera şoreşgerî de diyar kir. Di gava yekem de, li Bakurê Kurdistanê li hemberî hêza hoz, eşîr û tîre rawestiya û li hemberî stemkariyê derket ku di forma eşîrtî û hozê de bi cih bûbû. Bi vê yekê re partiyên din ên Tirkiyeyê şok bûn. Ji ber ku timî di hilbijartin û operasyonên li dijî ruhê parçeyên din serî li van eşîran didan, lê PKK’ê zêhniyeta van eşîran guherî û ruhê şoreşgerî  peyda kir û waneya Kurdbûnê fêrî wan kir.

Dr. Macid Xelîd got, encamên vê şoreşê yek jî 15’ê Tebaxê ye û wiha axivî, “Lewma dema ku PKK’ê di sala 1984’an de guleya yekem teqand, dîroka nû ya Kurd dest pê kir. Êdî rola wan eşîran jî nema. Êdî tirsa jin û keçan nema û derketin peş. Êdî ew keçên ku nedikarîn ji mal derkevin çeka şoreşgerî hilgirtin, dema şehîd bû, bi dehan hezaran cenazeyên wan peşwazî dikirin. Ev jî bû çandeke zîndîkirina ruhê şoreşgerî.”

 

Li her warî bandor kir

Dr. Macid Xelîd got, êdî bêyî jinê siyaset nabe û wiha dewam kir: “Niha Kurd serfiraz in. Xwedî kesayetî ne, niha axaftina bi zimanê Kurdî ne qedexe ye. Niha dema ku karwanek ji Başûr ji bo hewarçûna Rojavayê Kurdistanê dikeve rê, kela canê Amedê radibe, PKK´ê ev ruhê şoreşgerî afirand. Niha li Tirkiye bêyî PKK´ê siyaset bi pêş nakeve. Ev bipêşketin û demokrasiya li Rojavayê Kurdistanê heye, hemû çavkaniya xwe ji fikra PKK’ê digire. Ew ‘Jin jiyan azadî’ ya ku niha bûye dirûşme û dinya hemû bi zimanê Kurdî dibêje, ev hemû destketiyên PKK’ê ne.”

 

Ruhê neteweyî bi pêş xist

Dr. Macid Xelîd di dawiyê got, “PKK’ê di gava xwe ya yekem de cudahiya di navbera parçeyên Kurdistanê de rakir û nehişt. Cudahiya etnîk, olî û bihevre jiyana Kurdî careke din bi formeke wiha darişt ku mirovbûnê li ber çavan bigire. PKK’ê Kurdên ji hev parçebûyî anîn cem hev, û cudahî di nava xebatê de nehişt. Niha ew ruhê şoreşgerî yê mîna cihekî weke Îlamê ku di dîrokê de nîne, sedem PKK ye, berê ew parçebûna hizbên Rojhilatê Kurdistanê di nava wan herêman de çêkirîbû, niha nemaye û PKK’ê nehişt.”

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.