- Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK´ê) kongreya xwe ya rêxistina Ewrûpayê li dar xist. Kongre di navbera 3 û 5´ê Hezîranê de bi rê ve çû.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK´ê) kongreya xwe ya rêxistina Ewrûpayê li dar xist. Kongre di navbera 3 û 5´ê Hezîranê de bi rê ve çû.
Di kongreyê de rewşa Rojhilatê Kurdistê bi giştî, û her wiha rewşa têkoşîna hevbeş bi tevgerên şoreşgerî, demokratîk û rizgarîxwaz ên gelên Îranê, jinan û karkeran hatin minaqeşekirin.
Kongreyê di encamê de îşaret bi pêwîstiya bi xurtkirina rêxistinbûnê kir ji bo mezinkirina têkoşînê. Kongreyê rexne li lawaziyên bihurêî yên PJAK´ê li ewrûpayê girtin.
Kongreyê got, çi yek ser û çi neyekser, elaqeya koçberbûna Kurdan ber bi Ewrûpayê û derveyî welat re bi pirsa siyasî, neteweyî û aborî re elaqedar e.
Weke encamnameya kongreyê jî ev xalên li jêr jî hatin destnîşankirin:
* Azadiya Rêber Apo azadiya îradeya Kurdê azad e û klîta çareseriya pirsa demokrasî û pêkvejiyanê ye li Kurdistan û Rojhilata Navîn. Ji ber wê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo divê bibe navenda kar û xebata me.
* Kongre dîplomasiyê wek amûra aştî û nêzîkatiya dostane a gelan dibîne. Di vê çarçoveyê de dîplomasiya gel weke bingeh dibîne û peywendiyê bi rêxistinên medenî û civakî yên gelan re datîne.
NAVENDA NÛÇEYAN