Dîrok û rastiya civakî îspat kiriye ku bêyî azadîya jinê civaka demokratîk ava nabe. Jin jî bi pergala demokratîk a ku diafirîne dikare civaka demokratîk pêk bîne. Civaka demokratîk ne tenê azadbuna jinê ye , tê wateya azadiya tevahî civakê, bûyîna xwedî hêza vîn û mafê biryardayînê ye. Di vê wateyê de, di civaka demokratîk a ku wê pêş bikeve de, her hêz û beş bêyî ku mehkûmî yek cure çand û welatîbûnê bibe, dikare li derdora cudahiyên çand û nasnameya xwe de bijî.
Xweseriya Demokratîk an jî civaka demokratîk şeklê civakê ye ku tê de yên din li ser we nafikirin û biryarê nagirin e. Bi gotineke din em dikarin civakên ku di derbarê jiyan û pêşeroja xwe de ramanan çêdikin, biryaran bidin û karibin van biryaran bi cih bînin wekî civakên demokratîk bi nav dikin. Ev modela civakê ye ku tê de azadî û wekheviya civakî bi rastî pêkan e. Di vê modelê de ya sereke jina azad û civaka demokratîk e. Li ser vê bingehê divê jin di qadên siyasî, civakî, çandî, aborî, huqûqî, ekolojîk, exlaqî, estetîk û dîplomasiyê de bi rêxistinbûyînên xweser-otonom ên xurt û sazîbûneke mayînde pêşbîxînîn. Me ev yek ji xwendina dîrokê fêm kir; Rewşa giştî ya wekhevî, azadî û demokrasiyê her tim nebûye rastiya herî nîhayî ya rizgarî û azadiya jinê.
Li welatê me, li gel gelên ku em bi hev re dijîn, gel û jinên ku bi hezaran sal in hesreta demokratîkbûn û azadiyê ne, xwedî daxwaz, hêvî û bendewarî ne. Çareseriya herî guncaw ji bo pirsgirêkên gelan ên bi hezaran salan hatine berhevkirin, felsefe û çanda siyaseta demokratîk e. Ger şoreş nikaribin hişmendî û pratîka siyaseta demokratîk pêş bixin, mehkûmî têkçûnê ne. Di hemû têkoşînên civakî, tevgerên rizgariya netewî û têkoşînên çînayetî yên dîrokê de gel, jin û kedkaran li ber xwe dan û berdêlên mezin dan. Lê tevî hemû hewldan, xwîn, rondik, berxwedan û qehremantiyê, her çiqas serkeftinên leşkerî yên mezin hatin bidestxistin jî, ne azadiya jinê û ne jî gel bi tevahî pêk nehat, demokratîkbûn pêk nehat. Ev rewş ji berê heta niha di têkoşîna gelê Kurd a li herçar parçeyên Kurdistanê de jî hatiye dîtin.
Bêguman serkeftinên leşkerî yên bi dest ketine jî xwedî wate ne û ew serketin jî hêja ne. Lê ya sereke ku serkeftinên siyasî û leşkerî temam dike, misogerkirina demokratîkbûna civakê ye. Çand û zîhniyeta demokratîkbûnê di esasê xwe de nepejirandina her cure pêkanîna desthilatdariyê ye. Wek di têkoşînên civakî yên berê de, îro jî jin ji mêran zêdetir di çalakiyên siyasî yên rojane û di hemû saziyên demokratîk de cih digirin. Divê ev şêweya tevlîbûnê bibe sedema çand û helwesteke siyasî ya xwe dispêre azadîya jinê.
Serkeftin û garantiya hemû têkoşînên civakî di azadiya jinê de derbaz dibe. Ji şoreşa ku jinê azad neke nikare jê re bêjî şoreş. Rizgarî û demokratîkbûna civaka Kurd têqez di azadiya jinê re derbas dibe. Li cihekî ku jin neaxive, li ser siberoja welat xwedî gotin nebe û ji xwe dûr û nekaribe jiyana xwe bi rêxistin bike, behsa demokratîkbûnê nayê kirin. Ti mekanîzmayeke siyasî ya ku her tişt ji aliyê mêran ve were meşandin, nîqaşkirin û biryar kirin, demokratîk nayê dîtin.Cihê kû hemû çalakî, pêwîstî û pirsgirêkên jiyanê bi hev re, wekhev û azad ji aliyê jin û mêr ve bên nîqaşkirin û çareserkirin de demokrasî tê jîyîn. Cihê ku demokrasî lê hebe, li wir xweşbînî, rêzgirtin, azadî û bedewî heye. Li ku demokrasi wekî çand lê hatibe pêşxîstin, wê li wê derê faşîzm, neteweperestî, zayendperestî, olperestî, şer, tundî û îstîsmar tune be. Ji ber vê yekê wekî jin ji her kesî zêdetir pêwîstiya me bi demokrasiyê heye. Ji ber ku çand û jiyana dijdemokratîk herî zêde li me jinan zirar dide.
Fikarên me yên jinan ji malbatperestî, eşîrtî, partîbûn û hişmendîya yekalî wêdetir e. Ji ber vê rêbaza zêrîn a demokratîkbûnê wê bi vîn, deng û hêza rêxistinkirî ya jinê bê nivîsandin. Jin wê careke din bibin pirekî di çanda jiyana nû ya demokratîk a li van xakan û aşitîyê mayîn de bikin.
parvê bike
Nivîsên Kurdistan LEZGIYEVA
Li ser hevditinên Emerîka û Îranê
29 nîsanê
Stratejîya bazirganîya DYE
22 nîsanê
Ji pevçûnê ber bi pêşveçûna domdar
15 nîsanê
Newekhevîya sosyo-aborî li cîhanê
1 nîsanê
Rêber Apo xefik parçe kir!
4 adarê