Li gor lêkolîneke dawî ya ku lêkoleran kir pitik û kesên navsere ji rengên zindî yên Van Gogh hez dikin. Yanî wan ji nav gelek rengên ku dîtine de herî zêde rengên zindî yên Van Gogh tercîh kirine.

Pitikên di navbera 18 û 40 hefteyî û kesên di navbera 18 û 43 salî de ji bo vê lêkolînê hazir bûn û li gor nihêrîna wan ya tabloyên hunerî encamên lêkolînê hatin diyarkirin. Pitik ji kesên navsere bêhtir li tabloyan nihêrîne û wan herî zêde ji tabloyê Van Gogh ê bi navê “Green Corn Stalks” (Sapên Hêşîn ên Garis” hez kiriye. Her wiha pitikan rengên ku kesên navsere tercîh kirine jî zêde nihêrîne û ji dêvla Monet bêhtir xwe nêzî Pablo Picasso hîs kirine. 

Lêkoleran da zanîn ku di tabloyên Van Gogh de rengên zindî û her wiha rengên cihê zêde hene. Ji ber van sedaman jî pitik û kesên navsere ji tabloyên ku rengên zindî li ser wan pirr in hez kirine. Lê di navbera pitik û kesên navsere de di warê estetîkê de cudabûnek jî derketiye holê. 

Pitik ji tabloyên ku asîman tê de hatine xêzkirin û her wiha tiştên bi vî awayî hez kirine. Her wiha pitikan ji resmên xwar û bi quncik jî hezkirine. Lê kesên navsere tiştên ji hev cuda tercîh kirine û di navbera hezkirina wan de ferqek jî hebûye. 

NAVENDA NÛÇEYAN