Piştî du salan şahî

Aysel AVESTA nivîsand —

Duşem 27 Îlon 2021 - 03:33

Kurd û dostên xwe piştî qedexeya du salan a ji ber şewba ji ber vîrusa koronayê, cara yekê bi şahiyekê hatin cem hev. Şahî bi dirûşma 'ji Ocalan ra azadî ji Kurdistanê re statû' li bajarê Landgraaf ê Holandayê hat lidarxistin. Di şexsê cangoriyên berxwedana Zendûra û Mam Reşo de cangoriyên azadiyê hemû hatin bibîranîn. 

Şahiya îsal diyarî Şehîd Sînan Dersim, Leyla Agirî û Seîd Hesen hat kirin. Ji gelek navendên Ewrûpayê Kurd û dostên xwe li şahiyê amade bûn. Li çar aliyên meydana şahiyê weneyên şehîdên doza azadiya Kurdistanê û pankartên bi daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatibûn daliqandin. Li gel alên kesk, sor û zer dayikan bi rengên xwe yên neteweyî meydan xemilandibû. Li meydanê gelek dezgehên pirtûk, rojname, xwarin-vexwarin, dezgehên saziyên xebatên çandê, hatibûn danîn. Li gorî berê, tevlibûna şahiyê kêm bû, lê coş û germahî gelek zêde bû. 

Berxwedana destanî a gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li dijî dagirkeran mohra xwe li şahiyê xist. Her wiha gel hêrsa xwe ya li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan jî bi dirûşmeyan got. Ji bo aştiyeke bi rûmet û jiyaneke azad navnîşana çareserkirina pirsgirêka Kurd Rêber Abdullah Ocalan hat destnişankirin. 

Ji sazî û rêxistinên Kurdistanî hemûyan jî hat xwestin ku li hemberî neyarên Kurdan yekîtî û tifaqa xwe çêkin. Li vir Kurd hem li çanda xwe xwedî derketin hem li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta mala Barzanî peyamên girîng dan.

Di şahiyê de bernameyeke xurt a çand û huner jî hebû. Hunermend Yelda Ebbasî, Çoman Reşîd, Hozan Canê, Şivan Perwer, Hozan Diyar û Nanobeat derketin ser dikê û bi stranên xwe hem gel coşandin hem jî ji bo yekîtiya neteweyî peyamên xwe dan.

Weke çalakî û şahiyan hemûyan li vir jî dîsa dayik li refê herî pêş bûn. Lê vê carê ji wan dayikan Xaltîka Sorê kêm bû. Xaltîka sorê di her çalakî, şahî û festîvalê de bi cilên xwe yên kesk, sor û zer û sembolên neteweyî bala her kesî dikişand ser xwe. Ew ji bo bibe dengê têkoşîna azadiya gelê xwe û jinan her li refê pêş ê çalakiyan cihê xwe girt. Xaltîka Sorê ya ku bi hesreta azadiyê dijiya, mixabin li welatê xeribiyê 20'ê tebaxa 2021 an ji ber nexweşiya pênceşêrê kiras guhert. Bila dilê te şa be Xaltîka Sorê, tê her bi wê xemla xwe ya rengîn di dilan de bijî. Wê hesreta dilê te û bi hezaran dayikên weke te bi azadiya Kurdistanê bi cih bê anîn. Ji ber ku ewladên we li her çar parçeyên Kurdistanê bi dilekî ji pola li hemberî dijmin li ber xwe bidin, da ku hesrata dilê wê pêk binin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.