• Li Meclîsa Eyaletê ya Hessenê, komîsyona piştî êrişa nijadperest a li Hanauyê hatî avakirin, dest bi guhdarîkirina malbatên mexdûr kir. 

Li Meclîsa Eyaletê ya Hessenê, komîsyona piştî êrişa nijadperest a li Hanauyê hatî avakirin, dest bi guhdarîkirina malbatên mexdûr kir. Di dema rûniştina komîsyonê de malbatan jî li ber parlamenê çalakî li dar xist û got, "Bersiva pirsan bidin, komkujiyê rohnî bikin". 

Li bajarê Elmanyayê Hanauyê, 19´ê Sibata 2020’an di êrişa nijadperestê Elman de 9 kesan canê xwe ji dest da. Ji bo lêkolîna bûyerê li Meclîsa Eyaletê ya Hessenê Komîsyona Lêkolînê hatibû damezrandin. Komîsyonê Tîrmeha bihurî dest bi xebatên xwe kir. Ji CDU, Partiya Kesk, SPD, FDP û Partiya Çep bi giştî 15 parlamenter di komîsyonê de cih digirin. Ji SPD´ê Marius Weiss serokatiya komîsyonê dike. Weiss piştî rûniştina xwe ya yekê, gotibû, wezîfeya wan ew e ku berê xwe bidin kêmûkurtiyên hikûmeta Hessenê û meqamên wê, pirsgirêkên pêvajoyên îdarî û kêmasiyên di avahiyên heyî de.  

Çima polês nehat?

Malbat bi xwe helwêsta midûriyeta polêsan, a dadgeriyê û siyasetvanan a beramberî komkujiyê bi mehan e têdikoşin.

Komîsyonê hîna nû doh guh da malbatan. Komîsyon wê yek bi yek li malbatan bihisîne. Di rûniştina doh de komîsyonê guh da malbata dotmama Kaloyan Velkovê, Vaska Zlateva. Zlateva ji komîsyonê pirsî "Çima polês 25 deqîqeyan piştî qetilkirina

Kaloyan karî bê cihê êrişê, çima hîna rapora otopsiyê nedane me?" Hevdîtinên komîsyonê doh heta 19:00´an dewam kirin.

Komîsyon plan dike di çar rûniştinan de bi malbatan hemûyan re rûne. Rûniştina bê jî wê 17´ê Kanûnê pêk bê.
  
Pirs pirr in bersiv nînin

Di dema xebata komîsyonê de, malbatên mayî jî li derveyî parlamenê çalakî li dar dixist. Malbatan wêneyên zarokên xwe yên di êrişê de canê xwe ji dest dayîn hilgirt. Dayika Ferhat Unvar ê di komkujiyê de canê xwe ji dest da, Serpîl Temîz Unvar got, "Ev sal û nîv e, bersiva pirsên me nedan. Her roj pirsên me zêde dibin, lê bersiv nînin."  

Abdullah Unvar jî got, bi hewldana malbatan li meclîsê komîsyon hatiye avakirin û ew hêvî dike ku encamek derkeve holê û bersiva pirsên malbatan bê dayîn.

WIESBADEN