Êriş ji ber xeletiyan çêbû

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 20 Sibat 2021 - 01:00

  • Şaredarê Hanauyê Claus Kaminsky di bibîranîna 9 ciwanên di êrişa nijadperest a par de jiyana xwe ji dest dayî, got, êriş ji ber xeletiyan pêk hat û edî wext e ku ew doza efûyê ji malbatan bikin.

DENÎZ BABÎR / HANAU

Di salvegera komkujiya li bajarê Elmanyayê Hanauyê de kesên ku di êrişa nijadperest de jiyana xwe ji dest dayî, li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Şaredarê Hanauyê Claus Kaminsky ji malbatan xwest ku wî efû bikin û got, "Ev êriş esas xwe disipêre gelek xeletiyan û êdî wext e ku em ji bo wê daxwaza efûyê, ya bexişandinê bikin."

Di êrişa 19´ê Sibata 2020’an a nijadperestekî de 9 ciwanên biyanî hatibûn qetilkirin. Di salvegera yekê ya vê êrişê de li seranserê Elmanyayê çalakî û bibîranîn hebûn. Ji bo kesên jiyana xwe di komkujiyê de ji dest dayî, li goristana bajêr a Hanauyê merasîmeke bibîranînê bi rê ve çû.

Li goristana bajêr gorên Ferhat Unvar, Said Nesar Hashemi û Hamza Kurtovic hene. Ji bilî malbatan, şaredarê Hanauyê yê SPD´yî Claus Kaminsky, rêxistinên civaka sivîl, siyasetvan û gelek kesên din jî tevlî merasîmê bûn.

Ji ber ku gorên 6 kesên din ên di komkujiyê de hatin qetilkirin li bajar û welatên din bûn, li cem hersê goran, kêlên goran ên sembolîk hatin danîn ku navê wan li ser hatibû nivîsandin. Li ser goran dua hatin kirin, û xelkê kulîlk danîn ser goran.

Em doza efûyê bikin

Şaredarê Hanauyê Claus Kaminsky di merasîmê de peyivî û got, "Beriya bi salekê me nekarî pêşî li wê êrişa nijadperest bigirin, ya ku bû sedema mirina 9 kesan. Ji ber wê, ez doza efûyê ji we malbatan dikim, me bibexşînin. Ev êriş esas xwe disipêre gelek xeletiyan û êdî wext e ku em ji bo wê, daxwaza efûyê, ya bexişandinê bikin. Ji ber vê sekna we ya xurt a salekê, têkoşîna we ya heq a ji bo ronîkirina bêqisûr a êrişê, em hemû deyndarê we ne, mala we ava. Weke xelkê bajêr, û weke ferdekî jî dixwazim bibêjim, em li cem we ne, li aliyê we ne, nexasim jî di warê şîngirêdanê de. Mumkin e ku em li cem hev bin, bi awayekî aştiyane û rêzdar siberojekê ava bikin. Dîrokê nîşan da ku ev bajar gava lazim bû, karîbû hevgir be."

Em ê bi hev re vê jehrê lawaz bikin

Şaredar Kaminsky gotinên serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel yên "nijadperestî jehr e" bîr xistin û got, "Em ê bi tekoşîna xwe ya hevpar vê jehrê di nava civaka xwe de lawaz bikin. Bi vê minasebetê, ez careke din dibilînim, xelkê bajêr li cem we ye."

Piştî bibîranîna li goristanê, xelk çû deverên êriş li wan pêkhatî û kulîlk danîn cihê êrişan. 

Siyaseta eyaletê neguherî

Parlamentera Partiya Çep (Die Linke) ya eyaleta Hessenê Saadet Sonmez jî beşdarî merasîmê bû. Piştî merasîmê wê ji rojnameya me re got, "Beriya bi salekê 9 ciwanên xwe me ji dest dan. Hîna bûyer nehatiye ronîkirin. Bi hewldana malbatan û çapemeniyê hin aliyên êrişê derketin holê. Me weke partî pêşnûma da parlamena eyaletê, di bersivê de hikûmetê got, ´polês wezîfeya xwe bêqisûr kiriye´. Hêrsa me rabûye. Mixabin vê êrişa nijadperest siyaseta eyaletê neguherand. Hîna helwêsta beramberî koçberan weke xwe ye, wan vederdikin, li derveyî xwe dihêlin."

Hevseroka NCDK a Hanauyê Emîne Pektaş jî got, "Divê êriş bê ronîkirin. Hîna weke sirekê ye. Em ê bi têkoşîna xwe li cem malbatên zarokên wan di êrişê de jiyana xwe ji destdayî bin."

Serokkomar malbat dîtin

Doh (19´ê Sibatê) piştî nîvrojê li Markplatz a Hanauyê mîtîngek hat organîzekirin. Êvarê jî serokkomarê Elman Frank-Walter     Steinmeier, Serokwezîrê eyaleta Hessenê Volker Bouffier, şaredarê bajêr Claus Kaminsky û gelek rayedarên dewletê çûn serdana malbatan. Ji ber tevdîrên pandemiya Covid 19´ê hejmara kesên di serdanê de hazir bi 50´î hat sînordarkirin.

Li seranserê Elmanyayê doh li 80 bajarî bi çalakiyan êrişa nijadperest hat rûreşkirin û kesên jiyana xwe ji dest dayî jî di salvegera yekê ya êrişê de hatin bibîranîn.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.