DENIZ BABÎR / HANAU
Di salvagera 3’an a komkujiya Hanauyê de, li Elmanyayê li dehan bajaran bi dirûşmeya ‘Hanau li her derê ye’ çalakî û merasîmên bibîranînê hatin lidarxistin.
Li bajarê Hanau di 19’ê Sibata 2020’an de êrişeke nijadperstî de Sedat Gurbuz, Gokhat Gultekîn, Ferhat Unvar, Fatîh Saraçoglu, Vîlî Viorel Paun, Kaloyan Velov, Hamza Kurtovic, Said Nesar Hashemi û Mercedes Kerpacz hatibûn kuştin. Ji bo wan li gelek deverên Elmanyayê rojê şemiyê û yekşemê çalakiyên bibîranînê hatin lidarxistin.
Serokê şaredariya bajarê mezin a Hanauyê, Claus Kaminsky, gelek endamên partiyên siyasî û xelkê bajêr, bi sedan kes beşdarî bibîranîna li Hanauyê bûn. Di bibîranînê de Şaredar Claus Kaminsky axivî. Kaminsky got, “Li bajarê me ji 100’î zêdetir nasname û milletên cuda hene. Em nizanin bê ka ji bo çi navnîşana komkujiyê Hanau bû. Lê li hemberî nijadperestî û faşîzmê, weke li vir, em ê hertim mil bidin hev û piştgiriya xwe mezin bikin.”
Piştî axaftina şaredar, komeke şanoyê derkete ser dikê. Komê ew metirsiya piştî êrişa nijadperest a di civakê de anî ziman, bi hêviya ku careke din neqewime, performansek nîşan da. Piştre ekîba bandoyê ya şaredariyê derkete ser dikê. Şaredar Claus Kaminsky û sazî çûn goristana bajêr a Hanau û destegul danîn ser gorên kesên hatin qetilkirin.
Ji aliyê şaredariya Hanauyê ve di 1’ê Sibatê de pêşangehek hatibû vekirin. Pêşangeha ku piştperdeya sazî û kesayetên ku rê ber bi komkujiya Hanauyê ve birin, hatine eşkere kirin û yên hatin qetilkirin jî hatine bibîranîn. Ev pêşangeh wê heta 18’ê Adarê vekirî be.