DÎLAN KARACADAG
Ferhat Unvar, 19’ê Sibata 2020’an li bajarê Elmanyayê Hanauyê yek ji wan 9 kesan bû ku di êrişa nijadperestekî de jiyana xwe ji dest dabûn. Dayika wî Serpîl Temiz Unvar li ser navê kurê xwe Înîsiyatîfeke perwerdeyê damezrand: Înîsiyatîfa Perwerdê ya Ferhat Unvar. Dîtira roja komkujiyê Serpîl Temiz Unvar bang li raya giştî kiribû û gotibû, “Ji kerema xwe tiştinan bikin. Bila kurê min belesebeb nehatibe kuştin. Qet nebe ji bo ciwanên mayî.” Piştî bi çend rojan nameyek ji serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel re jî şand û ev daxwaza xwe dubare kir. Lê aliyên siyasî ne bersivek û ne jî destek dan wê. Li ser vê, wê 14’ê Mijdara par, wê ragihand ku wê Înîsiyatîfa Perwerdê ya Ferhat Unvar damezrandiye. Ew dibêje, “Li dijî nijadperestiyê perwerdeya li dijî faşîzmê şert e. Ev jî li dibistanan dest pê dike. Armanca min ew e bi karên vê înîsiyatîfê nijadperestiya li dibistanan daxim asta herî jêr.”
Ew armanca xwe li ser pirsa min wiha îfade dike: “Kurê min biaqil bû, lê carinan jî xemgîn bû. Gelek caran bi helwêstên nijadperest re rûbirû bû. Vê jî tesîr li jiyana wî ya rojane kir. Ji ber notên wî min jê re digot, ‘Tu weke zarokên Elman ne bi şens î, divê tu bêhtir bixebitî.’ Ji ber ku ne tenê kurê min bûye mexdûrê nijadperestiya sazûmanbûyî ya di nava sîstema perwerdeya Elmanyayê de, min xwest mirina wî ne belesebeb be, ez dixwazim piştgiriya wan malbatan bikim ku heman pirsgirêkên wan hene. Di rojbûna kurê xwe 14’ê Mijdarê de me Înîsiyatîfa Perwerdê ya Ferhat Unvar damezrand. Armanca me ew e ku em nijadperestiya li dibistanan daxin asta herî kêm. Armanca me ye ku em li Hanauyê civakeke baş biafirînin.”
Hêvî dike tesîrê li mamosteyan jî bike
Ew ê pêşî bi anketekê ji ciwanên li dibistanan bipirsin ka nijadperestî çawa tê serê wan. Li gorî encamên vê anketê jî ew ê atolyeyan bidin destpêkirin. Ji bilî vê înîsiyatîf wê xebatên şêwirmendiyê û bernameyên çandê organîze bike. Serpîl Temiz Unvar hêvî dike ku karê wan bi awayekî erênî tesîrê li mamosteyan jî bike: “Divê mamoste bi serpêhatiya zarokan û avahiya malbatên wan zanibin û vê bêhtir cidî bigirin. Divê ew cihêtiya ‘zarokên Elman’ û ‘yên din’ ji holê rakin. Divê zarokên en Elman weke biyanî nebînin. Divê pê bihesin ku nexwazin jî dilê şagirtên xwe dihêlin. Ev zarok siberoja wan in jî.”
Serpîl Temiz Unvar gazinan dike ji ‘normalbûna’ nijadperestiyê û ji dêûbavan dixwaze zarokên xwe li dijî nijadperestiyê perwerde bikin. Lewma, bi ya wê, ev ê “helbet civak jî wê biguhere. Ez dixwazim bibînin ku kîn wê me tine bike.”
Ji siyasetvanan qeheriye
Serpîl Temiz Unvar ji ber ku siyasetvan pirr dipeyivin û tiştekî nakin, ji wan zivêr bûye, ji wan qeheriye: “Ji roja komkujiyê ve (par weke îro) di warê siyasî de tiştek neguheriye. Nexasim jî li eyaleta Hessenê. Nexasim jî di Qanûna sîlehan de. Ez dixwazim qanûn biguherin. Divê areseriyek hebe û êriş bê ronîkirin.”
Di salvegera komkujiyê de ew hin daxwazên darîçav jî îfade dike: “Divê navê ciwanên jiyana xwe ji dest dayî neyê jibîrkirin. Ez dixwazim navê van ciwanan li 9 kolanên Hanauyê bê kirin. Ji bo vê ez dixwazim xelk destekê bide vê banga min. Divê li her warî nijadperestî bibe rojev, li dibistanan, meqamên fermî, li her derî. Ev pirsgirêka me hemûyan e û em tenê bi hev re dikarin wê hal bikin.”