Doh li bajarê Elmanyayê Hanauyê, malbatên zarokên wan di êrişa nijadperest a 19´ê Sibata 2020´an de jiyana xwe ji dest dayî, li ber mala bavê êrişkar Tobias R. civiyan. Bavê Tobias R.´yî ev çendeke giliyên bê serûber dike û doza sîlehên kurê xwe yên polês desteserkiribûn jî ji rayedarên Elman dike.

Di kombûna xwe de malbatan daxuyaniyek da û got, polês weke "kesên bi tehlûke" bin ew dîtine, bi wî rengî Nîsanê telefonî wan kiriye. Malbatan got, polês wan naparêze, lê wan ji bo ewlehiya bavê nijadperestê qatil Tobias R. weke tehlûke dibîne. Di dema çalakiya malbatan de polês bavê Tobias R. yê ku êdî eşkere bûye ew bi xwe jî nijadperest e, parast. Lewma wî xwestibû bîrdariya ji bo kesên di êrişa kurê wê de hatin qetilkirin, bê hilweşandin ji ber ku ev "xelkê sor dike“. 

Di daxuyaniya xwe de malbatan got, bavê êrişkar, ji Nîsanê ve gilî dike, kurê xwe weke mexdûr dibîne û ji bo tezmînatê jî "doza jiyana gelek mirovên din jî dike". Malbatan got, êdî eşkere ye ku ji Nîsanê ve polês ti tişt nekiriye da ku êrişeke din a nijadperest nebe, û ewlehiya wan bi xwe nîne. Malbatan bi daxuyaniyê da zanîn, ku ew li ser nobeteke demdirêj difikirin li ber deriyê bavê êrişkarî "ji ber ku polês karê xwe nake û ewlehî û parastina me misoger nake."

HANAU