Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi boneya salvegera duyemîn a rizgarkirina Baxozê, yanî baregeha dawîn a çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyê, daxuyaniyek da. Daxuyanî piştî merasîmeke eskerî ya li Şedadê hat dayîn. 

Bi vê boneyê li bajarokê Baxozê îro şahiyek tê li darxistin. Di şahiyê de, yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Sayil El-Zobei daxuyanî li cihê merasîmê xwend.

Wî got, “Îro 23`ê Adarê, di ser bidawîkirina serweriya terorîstên DAIŞ`ê li ser erdnîgariya herî dawîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re du sal derbas dibin.  
Serketina hêzên me li dijî vê rêxistina terorîst encama şerê 7 salan e, ku bi berxwedana Kobanê ji aliyê şervanên YPJ /YPG`ê ve dest pê kir, piştre bi berxwedana li Minbic, Tebqa û Reqayê dewam kir.

Hêzên me ji bo rizgarkirina gelê Sûriyê ji pençên DAIŞ`ê, 7 salan bê dudilî fedekariyên mezin kirin. Bi hezaran şervanên me laşê xwe kirin mûm da ku tarîtiya çeteyên DAIŞ`ê li ser herêmê ferz kiribû, bi dawî bikin û jiyan ji nû ve li kesên ku bi salan di nava vê tarîtiyê jiyan, vegerînin. Hêzên me hîna ji bo vê yekê kar dikin."

El Zobei bi bîr xist ku DAIŞ´ê eskerî çikestibe jî bi dawî nebûye û wiha dewam kir: 

Dagirkirina Serêkaniyê ruh bi DAIŞ´ê anî

"Lê DAIŞ bi temamî bi dawî nebûye. Ev yek di tevgera şaneyên wê yên veşartî di hedefgirtian hêzên me, rayedarên Rêveberiya Xweser, kesayetên civakî û rûspiyên eşîran herêmê de, diyar dibe.

Bi dagirkirina herêma Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tevgera terorîstan di hedefgirtina herêmê de zêde bû. Ev yek têkiliya xurt di navbera dewleta Tirk û terorîstan de nîşan dide.

Xetera DAIŞ`ê di kesayeta bi hezeran girtiyên DAIŞ`yî de û bi hezeran malbatên wan yên li Kampa Holê û Kampa Roj ên xwedî zihniyeta DAIŞ`ê ya radîkal, dewam dike. Civaka navneteweyî ji bo çareserkirina vê dosyayê neketiye tevgerê. Tevî ku hêzên me û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek bangawazî li civaka navneteweyî kirin da ku dadgehên navneteweyî li herêmê ava bikin yan jî welatiyên xwe yên çete bibin."

QSD wê şerê li dijî dagirkeriyê dewam bike

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê, Sayil El-Zobei got, hevkariya wan bi Koalîsyona Navneteweyî re "ji bo pêkanîna aramî û îstiqrarê" li herêmê dewam dike. û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê dewletên herêmî û navneteweyî berpirsiyariya çareserkirina dosyaya girtiyên DAIŞ`ê û malbatên wan bigirin ser milê xwe û zextê li dewletên ku welatiyan wan di nava rêxistinê de hene, bike. Destekê bidin herêmê da ku fikra DAIŞ`ê ya radîkal tine bike. Ev yek bi rêya destekdayîna Rêveberiya Xweser di hemû aliyên ewlehî, siyasî, aborî û jinûve avakirinê de, pêkan e.

Em ji civaka navneteweyî re û di serî de ji gelên ku ji ber terora DAIŞ`ê azaran dikişînin, dibêjin, em êşa wan hîs dikin. Em ê li kêleka wan welatan bisekinin ku şerê li dijî DAIŞ`ê dikin. Em ê xaka Sûriyê ji dagirkeriyê rizgar bikin."

ANHA/HESEKÊ