• Idrîs Çalişkan: Girtîgeh di hişmendiya mirovan de hatiye avakirin. Hiş, xewn û xeyalên mirovan bi çanda pergalê hatiye hûnandin. Biyanîbûneke li xwe pirr kûr tê birêvebirin. Pergal heta derekê gihiştiye armanca xwe. Lewma ez bawer dikim, dema ez derkevim ez ê bi rewşeke pirr cuda re rû bi rû bimînim.

ZERYA DELÎL

Dema ku em dibêjin di zindanan de kêmasiyek întelektuelî û wêjeyî dipişpişe, belkî hinek bibêjin em pirole dikin. Lê na, rastiya zindanan ev e. Xortên bîst salî temenê xwe di zindanan de derbas kirin. Gotin di cih de be, hesin û beton rizandin. Gelekan sih salên xwe temam kirin. Di nava van sih salan de gelek zindanên ku hatin înşa kirin ji ber ku riziyan êdî hew tên bikaranîn, lê ew li ber xwe didin û diafirînin. Yek ji wan jî Idrîs Çalişkan e. Ev sala 29’an e ku ew di zindanê de ye. Me jî pirsên xwe ji Îdrîs kirin. 

Îdrîs Çalişkan kî ye, çend sal in di zindanê de ye? Çi karî dike?

Ez sala 1973’an li Edenê hatime dinê. Bi eslê xwe ji herêma Torê me. Lê kalikê min ji mêj koç kiriye û hatiye Girê Mîra. Girê Mîra ser bi Nisêbînê ye. Di nasnameya min de jî ji bo cihê jidayikbûnê Nisêbîn hatiye nivîsandin. Malbata min malbateke welatperwer e. Hê di zaroktiya xwe de kêm zêde min doza Kurd nas kir. Li Stenbolê dema Navenda Çanda Mezopotamya vebû, ez demekê derheqê şano, folklor û kamerayê de perwerde bûm. Piştre tevlî xebatên doza azadiyê bûm. Ji sala 1993’yan ve di girtîgehê de me. Hindik maye ku 29 salên xwe di girtîgehê de biqedînim. Di serê salên 2000’î de min giranî da karê wêje û huner. Bi giranî cerebeyan dinivîsim. Dem bi dem bi wêne re jî mijûl dibim. 

Gelek dosyayên te hene û mixabin hîna nehatine weşandin. Tu van xebatên xwe di nava kîjan kategoriya wêjeyê de bi cih dikî? 

Mijara weşanê bi serê xwe pirsgirêk e. Ji aliyê gelek hevalan ve roman, çîrok, helbest û berhemên hêja hatin nivîsandin. Gelek hevalan bi derfetên xwe yên aborî berhemên xwe weşandin. Hevalên ku derfetên wan ên aborî tine bin jî nivîsên xwe danîne malê.

Dema min pirsgirêka weşanê dît, min weşandina nivîsên xwe ji rojeva xwe derxist û ti lêgerîna min a ji bo weşandina nivîsên min, çênebû. Ez li pirsa we vegerînim. Weke ku min got; bi gelemperi cerebeyan dinivîsim. Xeyal, hêvî û bendewariyên xwe bi şiklê pexşanê dinivîsînim. Min pirr rêbaz ceribandin. A herî ku min dikaribû xwe pê bînim ziman, ev bû. Lewma min bi giranî bi vî rengî nivisî. Lê dosyayên min niha li malê radizên (Dikene). 

Zanayê me di navbera nasname û hunerê de têkiliyeke rasterast datînin. Mirov di xweseriya wêjeyê de dikare vê têkiliyê çawa fêm bike?

Nasname esil û fesla kesan nîşan dide. Kes, huner li gorî nasname û rastiya civakê saz dike. Wêje jî tevahiya jiyana mirov elaqedar dike. Mirov hebûna xwe bi nasname û çandê diyar dike û ji civakên din tê cûda kirin. Huner di nava çandê de weke baskekî xweser bi êş dikeve. 

Wêje dikare têkiliyên civakî ji nû ve hilberîne?

Wêje, ji bo têkiliyên civakî û jiyana civakê xwedî risteke girîng e. Civak bi rêya roman, çîrok, helbestan di aliyê madî û manewî de hebûna xwe ji nû ve ava dike. Wêje bi giranî xewn, xeyal û hêviyên mirovan tîne ziman. Wêje di dîrokê de di avakirina jiyanê de bi risteke diyarker rabûye. Mînak; dema mirov li çîrokên beriya zanînê yên mîtolojîk dinêre vê yekê eşkere dibîne. 

Dema ku te got 29 sal zindan. Hevalê Cûma ji bo şervanên azadiyê digot “Hevalên me weke mankenan in.” Erê, mixabin hûn weke mankenan nînin êdî lê tu jî ciwan mayî. Tu ciwanmayîna xwe çawa dinirxînî?

Ez wiha bêjim; her mirov temenekî xwe yê biyolojîk heye. Zaroktî, ciwantî, kalbûn û mirin. Ev qanûneke xwezayê ye. Lê tişta em behsa wê dikin ne ev e. Bîrdozî û felsefeya ku em jê bawer dikin, me ew qasî xweşik dike û zindî digire. Bifikirin mirov sih salan di nava çar dîwaran de ye. Ev tiştekî ne hêsan e. Me hesin û dîwar rizandin lê hê em li ser lingan in. Gelek nexweşî li me peyda bûn; nexweşiyên giran. Lê ruh û baweriya azadiyê em li ser lingan girtin. Ev hest nayê bilêvkirin, encax mirov pê dijî. 

Em xwîneran jî pê bihisînin ku kenê te malik li hevalên bi te re di zindanê de ne mîrat kiriye. Belkî li xweşiya hevalan neçe lê xuya ye tu yê hîna jî bikenî...

Ez bibîranîneke xwe bi we re parve bikim. Dema ez zarok bûm, li nexweşxanê li ser sedyeyê emeliyat dibûm. Lê ez li ser hişê xwe bûm. Hemşîrê dipirsî û digot, “Canê te naêşe?” Ji dewsa bersivê bidim dîsa dikeniyam. Dema emeliyat xilas bû hemşîrê ji min re “etî puf” (cureyek berçoviyên endustriyî ku zarok jê hez dikin) kirîn. (Dikene) Ken tişteke micid e. Di heman demê de ken rengekî berxwedanê ye jî. Min ev aliyê xwe yê rûkeniyê ji bavê xwe girtiye. Ew jî pirr dikene. Bi rastî jî di nav şert û mercên dojehê de ken dibe derman.
 
Êdî tu li ber derketinê yî. Gelo tu li benda ferqeke çawa ya di navbera hûndir û derva de yî?

Hûn rastiyê bivên, niha ez xwe mîna mirovekî beriya bûna Îsa dibînim. (Dikene) Di dema me de ne teknîk ewqas pêşketibû ne jî mirov ji rastî û heqîqeta civakbûyîna xwe ewqasî dûr ketibûn. Di dema me de çand, sinc û heqîqeta civaka me hebû. Lê niha her tişt bûye berjewendî. Çand û sinc lawaz bûye. Girtîgeh di hişmendiya mirovan de hatiye avakirin. Hiş, xewn û xeyalên mirovan bi çanda pergalê hatiye hûnandin. Biyanîbûneke li xwe pir kûr tê birêvebirin. Pergal heta derekê gihîştiye armanca xwe. Lewma ez bawer dikim dema ez derkevim, ez ê bi rewşeke pirr cuda re rû bi rû bimînim. Lewma ez li gorî vê rastiyê xwe amade dikim.