Konfederasyona Civaka Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) têkildarî hilbijartinên sala 2021'ê yên li Elmanyayê bang kir ku li gorî berjewendiyên civakî yên gelê Kurd deng bê dayin. KON-MED'ê li ser hilbijartinên eyaletan daxuyaniyek weşand û diyar kir ku divê piştgiriyeke xurt ji namzetên Kurdistanî re bê dayin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 2021 wê li Elmanyayê bibe "Sala hilbijartinê ya super" û wiha hate gotin, "Li Elmanyayê di sala 2021'ê de li gel hilbijartinên giştî wê li şeş eyaletan hilbijartinên meclîsa eyaletên bên kirin. Li Elmanyayê sala 2021'ê ew 'sala hilbijartinê ya super' tê pênasekirin. Li Baden-Wurttemberg û Rheînland-Pfalzê di 14'ê Adarê de wê hilbijartinên eyaletê (Landtagswahlen) pêk were. Li Hesenê jî di heman demê de wê li gel hilbijartinên xwecihî yên eyaletê (Kommunalwahlen) wê hilbijartina Meclîsa Biyaniyan (Auslaenderbeiratswahlen) jî were kirin.

Di 6'ê Hezîranê de li Sachsen-Anhaltê wê endamên parlamenta eyaletê bên hilbijartin. Di 26'ê Îlonê de jî hilbijartinên giştî yên ji bo endamên Meclîsa Federal werin kirin. Hilbijartinên meclîsa eyaletê yên Mecklenbûrg-Vorpommern û Berlînê jî wê heman rojê bên lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN