Piştgirîya Rojavayê Kurdistanê bikin
Duşem 2 Sibat 2026 - 03:38

Welatiyên Xurmalê diyar kirin ku Rojavayê Kurdistanê ne bêxwedî ye, ew hemû li kêleka gelê wê ne û gotin; “Em nikarin bêdeng û bêxem ji xwe re rûnin. Bila dagirker bizanibin ku em ê bi xurtkirina yekîtiya xwe ya neteweyî vê rewşa dijwar derbas bikin û wê bi serkeftina gelê me dawî li vê pêvajoyê bê.”
Roj bi roj li Başûrê Kurdistanê piştgiriya ji bo berxwedana rûmetê ya Rojavayê Kurdistanê zêdetir dibe. Têkildarî êrişên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Şamî, DAIŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser Rojavayê Kurdistanê, bêdengiya navnetewî û berxwedana rûmetê ya dîrokî ya şervanên Rojava û gelê Kurd, welatiyên ji navçeya Xurmal yê ser bi parêzgeha Helebceyê axivîn.
Helbestvan Bekir Mihemedî têkildarî êrişên çeteyan yên li ser Rojavayê Kurdistanê wiha got; “Êrişên ku niha li dijî Rojavayê Kurdistanê tên kirin, êrişên bi armanca tunekirina Kurdan e. Ew dixwazin Rojava û Başûrê Kurdistanê ji hev qut bikin. Divê didanên tîj yên dijmin û dagirkerên Kurdistanê li her derê welat werin şikandin. Me yekîtiya xwe li her çar parçeyên Kurdistanê jinûve piştrast kir. Rojava ne bêxwedî ye. Em ê ji gelê xwe yê Rojava re bêxem nebin. Em ê bi berdeldayîna xwe, piştgirîya Rojavayê Kurdistanê bikin.”
Mamosta Rayan Osman jî di derbarê mijarê de dîtinên xwe bi van gotinan anî ziman; “Rojavayê Kurdistanê parçeyekî girîng ê Kurdistana mezin e. Berxwedana li her çar parçeyên Kurdistanê xwedî wate û taybetmendiyeke mezin e. Ya ku îro tê xwestin li Rojava bê kirin ew e ku çîroka hebûna Kurdan ji her çar parçeyan bê tunekirin. Lê Kurd her tim vejînê dike û di dîrokê de li dijî van konseptên qirêj yên tunekirin û qirkirinê bi ser ketine. Ev rewşa heyî ya qirêj wê bi serkeftina gelê me bi encam bibe.”
Her wisa nivîskar Îbrahîm Hewramî jî da zanîn ku ew êrişên çeteyan yên li ser Rojava tên kirin cihê fikarê ne û wiha domand; “Divê em vê peyamê baş fêm bikin ku dijminên Kurdan, li kîjan aliyê cîhanê bin, wekî dijminatiya li dijî Kurdan têne pênasekirin. Îro, qaşo artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Tirkiyeya faşîst dixwaze destkeftiyên gelê me li Rojavayê Kurdistanê ji holê rake.”
ROJNEWS / XURMAL










