Piştgirî berxwedanê xurt dike
Şemî 21 Çile 2023 - 01:20
Li Îranê zextên dadgeriyê yên li ser çalakvanan didomin. Farnaz Nazerî bi hinceta beşdarî xwepêşandanên bajarê Qaem Şahrê bûye, hat girtin û lê 10 sal cezayê girtîgehê hat birrîn.
Hate zanîn ku çalakvaneke din, Safîa Qarabaxî jî bi rakirina îdayên li ser wê, beraet kiriye.
Dorpêça ‘Îna Bixwîn’
Parêzgehên Sîstan û Belûcistanê û bajarê Zahidanê ji ber hefteya ‘Îna Bixwîn’ ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve dor li wan hat girtin.
Daxwaza Parlamena Ewrûpayê ji Yekîtiya Ewrûpayê ya ji bo xistina Muhafizên Şoreşê ya nava "lîsteya terorê", li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Xelkê ev biryar bi fîşekên hewayî û şahiyan pîroz kir.
Fîlmên Îranê ji Berlînale hatin derxistin
73. Festîvala Fîlman a Berlînê wê di 16’ê Sibatê de dest pê bike; festîvalê ragihand ku wan filmên girêdayî dewleta Îranê ji lîsteya xwe derxistiye.
Rojnamevan Nilûfer Hamedî û Elahe Mohammadî, ji aliyê rejîma Îranê ve bi îdiayên “sîxurtiyê” tên darizandin.
Rojnamegerên Kanadayê ji bo Xweîfadekirina Azad (Canadian Journalists for Free Expression-CJFE), ji ber ku qetilkirina Jîna Amînî ji cîhanê re ragihandin û hatin girtin, xelata Çapemeniya Azad ya Navneteweyî da Nilûfer Hamedî û Elahe Mohammadî.
NAVENDA NÛÇEYAN