Piştevaniya Rojava bikin

Şemî 28 Kanûn 2024 - 03:00

Bi geşedanên nû yên li Sûriyeyê re dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên xwe yên li nav Sûriyeyê êrişî gel û xaka Rojavayê Kurdistanê dike. Gelê Rojavayê Kurdistanê bi îrade û hêza xwe li berxwe dide û têkoşîna xwe berdewam dike. Di vê demê de ji her aliyên Kurdistanê ji bo avakirina yekitiya gelê Kurd û xwedî derketina li destkeftiyên Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê bang tê kirin. Di heman çarçoveyê de mamostayên olî yên sînorê Şarezûr û Helebceyê li ser giringiya yekitiya gelê Kurd û piştevaniya rojavayê Kurdistanê axivîn. Rêveberê Ewqafa Şarezûrê Şêx Tayer Elî têkildarî mijarê wiha axivî:“Em wek miletê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê hertim bindest,  koçber û wêran bûne. Hertim zilm û êriş li ser me kirine. Birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê jî ji aliyê rejîma Esad a ruxiyayî ve rastî gelek zilmê hatine. Ev qonaxa ku piştî hilweşîna Esad derketî holê jî, qonaxek gelek giran û dijware. Divê gelê me bizanin çawa nêz bibin. Ji bo vê jî pêwîste bi birayetî û yekrêziyê nêz bibin da ku bikarin bi hev re welat jinûve ava bikin. Di vê qonaxê de pêwîste em hemû piştevaniya Rojavayê Kurdistanê bikin.’’ Ji Helebceyê Mela Ebdul Hemîd Ferec li ser heman mijarê axivî û got:“Mafê Kurdan e ku weke hemû neteweyên Rojavayê Kurdistanê xwedî hêz û desthilatdariya xwe be û ziman, ax û ava xwe biparêze. Ez bang li hemû Kurdan dikim ku li her çar parçeyên Kurdistanê piştgiriya hev bikin û yekgirtî bin. Eşkere ye ku gelê me di warê bidestxistina mafên xwe de her tim zirar dîtiye û destkeftiyên xwe winda kirine.”

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.