Piştevanan pişta Kurdistanê girt
Çarşem 10 Tebax 2022 - 22:24
- Kolektîfa Piştevaniya Kurd a Navneteweyî got, "Li hemberî helwesta NATO ku piştgiriyê dide polîtîkaya îmha û dagirkeriyê ya rejîma Erdogan, em bi Kurdan re ne.
Kolektîfa Piştevaniya Kurd a Navneteweyî got, "Li hemberî helwesta NATO ku piştgiriyê dide polîtîkaya îmha û dagirkeriyê ya rejîma Erdogan, em bi Kurdan re ne. Em ji her kesî dixwazin ku di vê dema krîtîk de piştgiriyê bidin Kurdan."
Kolektîfa Piştevaniya Kurd a Navneteweyî, li dijî êrîşên îmha û dagirkeriyê bang li alîgirên demokrasî û mafên mirovan; her kesên dijberê şer, dagirkerî, kuştina jinê û talankirina xwezayê kir, ku piştgiriyê bidin gelê Kurd.
Hevberdevka Kolektîfa Piştevaniya Kurd a Navneteweyî aktîvîsta ji Efrîkaya Başûr û parêzvana mafên jinan Fazela Mahomed got, "Bi rêya vê çalakiyê em dixwazin piştgiriyê bidin Kurdan. Li dijî piştgiriya NATO'yê ya ji bo polîtîkaya îmha û dagirkeriyê ya rejîma Erdogan, em bi Kurdan re ne. Beriya her tiştî em operasyonên Tirkiyeyê yên li Iraqê ku bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî û bi kujeriyê li dijî hêzên ku cîhan ji DAÎŞ'ê parastin dimeşîne, şermezar dikin."
Wan rexne kir ku Swêd û Fînlandiyayê di berdêla destpêkirina danûstandinên tevlîbûna li nava NATO'yê, di mijara Kurdan de serî li ber daxwazên Tirkiyeyê tewandine.
NAVENDA NÛÇEYAN