- Çalakiya Pirtûkxaneya Gerok a Tevgera Ciwanên Şoreşger doh gera xwe li bajarokê Girbawî û Qamişloyê domand.
Çalakiya Pirtûkxaneya Gerok a Tevgera Ciwanên Şoreşger doh gera xwe li bajarokê Girbawî û Qamişloyê domand.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di çarçoveya pêngava “Werin cenga azadiyê” ya ji bo banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û Kampanya “Edalet ji bo Kurdan” a bi armanca derxistina navê PKK’ê ji `lîsteyên terorê` pêr dest bi çalakiya Pirtûkxaneya Gerok kir.
Pirtûkxaneya Gerok gera xwe ya di roja 2`yan de doh ji bajarokê Girbawî dest pê kir. Xelkê Girbawî û gundewarên wê bi sloganên “Bijî serok Apo” pirtûkxane pêşwazî kir. Pirtûkxaneya Gerok li pêşiya Meclisa Gel a Girbawî rawestiya. Endama Meclisa Gel a Girbawî Viyan Osê piştgiriya xwe ji çalakiyê û komkirina îmzeyan ji bo derxistina PKK ji `lîsteya terorê` da. Piştre bi sedan şêniyên Girbawiyê îmzeyên xwe dan û pirtûkên rêber
Abdullah Ocalan wergirtin.
Paşê Pirtûkxaneya Gerok berê xwe da Qamişloyê. Di rê de xelkê gundê Nêf bi sloganên “Bijî Partiya Karkerên Kurdistanê” otobos pêşwazî kir û îmzeyên xwe ji bo derxistina PKK´ê ji lîsteya rêxistinên terorê da. Piştî ku Pirtûkxaneya Gerok gihîşt Qamişloyê, bi sedan kesî pirtûkên rêber
Abdullah Ocalan wergirtin û metna îmzeyan îmze kirin. Paşê pirtûkxaneyê berê xwe da Zanîngeha Rojava.
Pirtûkxaneya Gerok îro wê berê xwe bide navçeya Tirbespiyê. Çalakî wê heta 24`ê Çile dewam dike.
ANHA/QAMIŞLO