Lêkolîneke li ser helwêst û meylên hilbijêrên ji Tirkiyeyê di hilbijartinên li Elmanyayê de nîşan da ku "pirsgirêka Kurd" a Elmanyayê tesîra xwe li zanistê û lêkolînên zanistî jî dike. 

Lêkolîneke xwe dispêre anketekê ya weqfa nêzî CDU´yê Konrad-Adenauer-Stiftungê nîşan dide ku kesên ji Tirkiyeyê êdî dengê xwe nadin SPD´ê. Berê bêhtirî ji sedî 50´ê kesên ji Tirkiyeyê dengê xwe didan SPD´ê. Di anketên sala 2015´an de jî hîna rêjeya kesên ji Tirkiyeyê yên ku dengê xwe didan SPD´ê ji sedî 50 bûye. Viola Neu a ku lêkolîn bi rê ve biriye, dibêje, li gorî anketên nû, êdî (ji 2019´an ve) tenê ji sedî 13´ê kesên ji Tirkiyeyê dengê xwe didin SPD´ê. Beramberî wê jî ji sedî 53 dengê xwe didin CDU û CSU´yê. Bi ya wê, ev normalbûna helwêstên hilbijarêan nîşan dide. Berê di ser sendîkayên karkeran re dengê kesên ji Tirkiyeyê ji SPD´ê re çûne, lê niha Tirkiyeyê yên "pirraniya wan muhafezekar" êdî dengê xwe nadin SPD´ê.

Li ser pirsa Die Welt, a ku dibêje ji sedî 20´ê kesên ji Tirkiyeyê yên ku dengê xwe didin Die Linke, gelo bi pirranî Kurd in, ew bi bersiva xwe îşaret bi "Pirsgirêka Kurd a Elmanyayê" dike: "Qet nebe darî çav e ku Partiya Çep (Die Linke) yekane partî ye ku bi awayekî eşkere helwêstên aliyê Kurd îfade dike û pişta wan digire. Lê empîrîk zehmet e ku em li vê bikolin. Ji ber ku di statîstîkên Elmanyayê de milet nînin, tenê dewleta ku kesek jê tê heye. 

Em dikarin hêrî zêde çi bikin; piştî ku me anketa xwe kir, em careke din êdî li qewmiyeta wan bipirsin. Lê ev karekî pirr zehmet e, em vê ji bo her delwetê bikin ku lî komên mezin ên hindikahiyên qewmî hene." 

Yanî tevî ku herî kêm milyonek Kurd li Elmanyayê dimînin, di statîstikan de ew tine tên hesibandin. Ev bersiva Viola Neu jî nîşan dide bê çawa encamên yekser ji bo civakê derdikevin holê.

FRANKFURT